Qada caretta carettayan dikin pîst

img
MÊRSÎN – Qeyûmê Şaredariya Akdenîzê, li cihê hêlîna caretta carettayan, destûra çêkirina pîstê da. 
 
Li Taxa Kazanli ya navçeya Akdenîz a Mêrsînê, li qada caretta carettayan destûra çêkirina pîstê hat dayîn. Hat diyarkirin ku qeyûmê tayînî Şaredariya Akdenîzê hat kirin, çêkirina pîstê tahsîsî Şîrketa Lîmîted a Organîzasyon a Sporê a Bîlgînerê kiriye. Hat hînbûn ku dê pîst ji bo amûra hewayê Gyrocopterê bê çêkirin. Şêniyên taxê bertek nîşanî vê yekê dan. 
 
Hasan Delî, bilêv kir ku caretta caretta giyanewerek e ku neslê wan li ber tunebûyînê ye. Delî, diyar kir ku rêyên gund nayên çêkirin, lê belê pîst tê çêkirin. Delî, destnîşan kir ku ev qad qada sîtê ye û got: "Lê belê ew li qada sîtê pîstê çêdikin. Dê ev rewş jiyana me ya civakî jî asteng bike. Em vê yekê qebûl nakin." 
 
Cemat Maca jî diyar kir ku ev qad qada çandiniyê ye û şaredarî xizmeta wê nake. Maca got: "Tenê ev qada sîtê qada me ya civakiyî ye, lê wê jî desteser dikin. Em naxwazin li vê qadê pîstê çêbikin. Ger dilê wan û çêkirina tiştekî hebe, bila derdorê sererast bikin. Bila ji bo gel çêbikin. Ên li vir dijîn em in." 
 
'EM Ê BITÊKOŞIN' 
 
Tansel Îzgî jî bi bîr xist ku cihê ku dê pîst lê bê çêkirin qada sîtê ye û divê bi tu awayî mudaxileyî wê neyê kirin. Îzgî got: "Mirov tên vir û bêhna xw evedidin. Em ê nehêlin vê qadê pêşkeşî şîrketekê bikin." Îzgî, divê dar li vê herêmê bên çandin û got: "Ji bo ev qada gel neyê talankirin, me li nav gund cihekî din pêşniyar kir. Em ê komîteyekê ava bikin û çend roj şûnde ji bo biryara hatiye dayîn bê betalkirin, em ê serî lê bidin. Ev qada cihê hêlîna caretta carettaya ne, em naxwazin pêşkeşî mirovekî bê kirin." 
 
MA / Cemil Ugur