Rafînera Starê, Deşta Menemenê dikuje

img

ÎZMÎR – Ekolojîst û parêzer Arîf Alî Cangi, bal kişand ser zirarên ku Rafînera Starê ya li Alîagayê û got, ji ber qirêjiya çêbûye Deşta Menemenê mir. 

Di 19'ê Cotmehê de bi beşdrbûna Serokê Giştî yê AKP'ê û Serokomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev, li Alîgaya Îzmîrê merasîma "Rafînera Starê" hat lidarxistin. Hat diyarkirin ku tesîs bi 6.3 milyar dolar hatiye çêkirin. Parêzer û ekolojîst Arîf Alî Cagi, bal kişand ser zirara ku ev rafînerî dide xwezayê û got, dê bi vê rafînerê re bajêr bêtir qirêjî bibe. 
 
‘JIYANÊ TEHDÎT DIKE' 
 
Cangi got: "Navçeya Alîaga qirêjî bûye. Jixwe li wir tesîsên petrol-kimyayê, hesin-pola û santralên termîkê hene. Bi van tesîsan kapasîte tije bûye. Tesîsên bi vî rengî jiyana Îzmîrê tehdîr dikin. Pir aşkere ye ku dê ev tesîs bandoreke pir neyînî li avhewaya cîhanê bike." Cangi, destnîşan kir ku Rafînera Petrolê ya Starê, dê bi tu awayî bi kêrî Alîaga û cîhanê neyê. 
 
Cangi, diyar kir ku krîzên aborî û ekolojîk bi hev ve girêdayî ne û bal kişand ser krîza aborî ya li Tirkiyeyê. Cangi, bilêv kir ku hikûmeta heyî bi çêkirina Rafînera Starê dixwaze wekî ku krîza heyî çareser dikin tev bigere û got: "Navçeya Alîgayê navçeyeke sanayiyê ye. Her wiha ji ber qirêjiya li navçeya Alîagayê Deşta Menemenê dimire. Mirina Deşta Menemenê tê wateya windakirina aboriyê. Tê wateya tehdîtkirina tenduristiya mirovan û hawirdorê. Teqez divê li navçeya Alîagayê pirsgirêkên ekolojîk bên diyarkirin. Ger li hemberî van pirsgirêkên ekelojîk tevdîr neyêng irtin, paşê em ê nikaribin bêhnê bistînin. Em ê nikaribin avê vexwin. Dê li erdê tu tişt şîn neyê. Niha Îzmîr ber bi vê ve diçe. Ji ber pirsgirêkên ekolojîk ên li cîhanê jiyan be rbi tunebûnê ve diçe. Divê em qadên xwe yên jiyanê biparêzinç Divê rayedar li hemberî vê xwe li nedîtinê daneynin û tevdîran bigirin. Divê teqez destûra çêkirina tesîseke din neyê dayîn. Yên heyî jî divê baş bên kontrolkirin. Careke din bal dikişînim ser avakirina komîsyona lêkolînê ya Alîagayê." 
 
MA / Ruken Demir