Ekolojîst û hiqûqnas çûn serdana gundiyên berxwedêr

img
AMED - Komeleya Ekolojiyê û Baroya Amedê çûn serdana gundiyên li dijî çêkirina kana xîzî ya li Xana Axparê li ber xwe didin û piştevanî dan. 
 
Şêniyên gundê Husîkanê ya navçeya Xana Axparê ya Amedê, li dijî birîna daran a ji bo çêkirina kana xîzî, çalakî dabûn destpêkirin û berxwedana wan didome. Komeleya Ekolojiyê ya Amedê û Baroya Amedê ji bo piştevaniya bi welatiyan re, çûn serdana gund. Hewldan heye ku kana xîzî li ser rûbarê li herêma Girgeverê were vekirin û welatiyan jî duh li dijî vê çalakî li dar xistibûn. Leşkeran, gule li hewayî reşandin û mudaxileyî gundiyan kirin. Tevî van êrişan jî gundiyan çalakiya xwe îro jî domandin. Piştî bûyerên duh, ji şêniyên gund Mûstafa Alay, Mehmet Can Alay û Fethî Turgay hatin binçavkrin. Welatiyên binçavkirî li Emniyeta Xana Axparê tên ragirtin. Komîsyona Bajar û Hawirdorê ya Baroya Amedê û Komeleya Ekolojiyê ya Amedê ji bo piştevaniya bi şêniyên gund re çûn serdana gund. 
 
Şandeyê li vir agahî ji şêniyan girtin û gotin ku ji bo sekinandina xebatên şîrketê dê pêvajoya hiqûqî bidin destpêkirin. Şêniyan gotin ku cendirmeyan duh li dijî wan tundiya fîzîkî û psîkolojîk kirine û bi gazê êriş birine ser wan. Şêniyan gotin ku ew naxwazin li qada daristanî kana xîz were vekirin û dê li ber xwe bidin. 
 
Şandeya ku li herêmê lêkolîn kir, dê di rojên pêş de rapora xwe parve bike.