Bang li rêxistinên ekolojiyê kirin: Em bi hev re dikarin pêşiya qirkirine bigirin

ŞIRNEX - Li dijî qirkirina xwezayê ya bi salan e li Şirnexê didome wê di 28’ê tîrmehê de daxuyaniyeke bi girseyî bê dayin. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên li Şirnexê bang li saziyên ekolojik, rêxistinên demokratik û gel kirin ku tev li çalakiyê bibin. 
 
Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê wê di 28’ê tîrmehê de li dijî birîna daran a li herêmên Gabar, Cûdî, Çilenimêja û Komatê yên Şirnexê berdewam dike wê daxuyaniyeke girseyî bide. Tevgerên ekolojiyê yên li Kurdistan û Tirkiyeyê wê li dijî talankirina xwezayê bertekên xwe nişan bidin. Amadekariyên daxuyaniya ku wê bê dayin berdewam dikin. Nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl ên Şirnexê jî tekildarî daxuyaniya ku wê bê dayin bang li tevgerên ekolojiyê û rêxistinên demokratîk kirin ku tev li daxuyaniyê bibin.
 
Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Şirnexê Abdullah Gungen, diyar kir ku li Şirnexê bi salan e talankirina xwezayê berdewam dike û ev tişt gotin: “Çiyayên Kurdistanê tên talankirin. Ji bo balê bikişînin ser vê qetlîama xwezayê em ê daxuyaniyeke bidin û bertekên xwe nîşan bidin. Li gel jiholêrakirina daristanan, em dibînin ku li Şirnexê li gorî salên berê di avhewayê de guherînên mezin çêbûne. Avhewaya bajêr hatiye guhertin. Xweza yek ji çavkaniya herî bingehîn a jiyana mirovan e. Ji ber vê yekê wêrankirina xwezayê li ser jiyana mirovan jî metirsiyê çêdike. Li dijî vê talankirina xwezayê çi ji destê me bê em ê bikin.”
 
BANG LI SAZIYÊN EKOLOJÎK HATE KIRIN
 
Gungen bi lêv kir ku li her derê Kurdistan û Tirkiyeyê talan kirina xwezayê heye û ev bang li saziyên ekolojiyê kir: “Talana xwezayê ne tenê li Şirnex û Kurdistanê, li hemû Tirkiyeyê heye. Ji bo pêşîgirtina li vê talankirina xwezayê divê em bi hev re bertek nîşan bidin. Li dijî vê talanê divê hemû saziyên ekolojîk û demokratîk bi me re bertekên xwe nîşan bidin. Em ji vir vê bangê li hemû saziyên ekolojîk, saziyên demokratîk û gelê Şirnexê dikin ku li dijî vê talanê werin em bi hev re bertekên xwe bilind bikin.”
 
‘XWEZAYA ME TÊ TUNEKIRIN’
 
Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ê Şirnexê Sekvan Kiliç, bal kişand ser girîngiya helwest nişandana qirkirina xwezayê û got: “Ji bo dawî li vê talana ku hatiye kirin bê anîn, divê bertekeke tund derkeve holê. Ji ber vê yekê divê hem li Kurdistan û hem jî li Tirkiyeyê rêxistinên ekolojîk û saziyên demokratîk bi me re bertekên xwe bînin ziman. An we darek birî an jî we mirovek kuşt. Tevî ku xweza ew qas girînge jî bi salan e darên me tên birin. Xwezaya me tê tunekirin. Xwezaya me ji ber lêgerîna maden û petrolê bi rêbazên çeteyan tê wêrankirin. Em hemû saziyên ekolojiyê di 28’ê Tîrmehê de vedixwînin Şirnexê. Bi heman awayî em bang li gelê xwe yê Şirnexê, rêxistinên hiqûqî, rêxistinên sivîl û saziyên demokratîk dikin ku em hemû bi hev re xwezaya xwe biparêzin.”
 
‘EM BI HEV RE DIKARIN BIDIN SEKINANDIN’
 
Berdevkê Demê yê Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) yê Şirnexê Samet Kaya jî anî ziman ku li Şirnexê bi lêgerîna neftê re gelek daristan hatinê birin û wiha got: “Bi salan e ku daristan tên birin. Ji ber maden û petrolê hem darên Şirnexê hatin birîn û hem jî ava vexwarinê hat qirêjkirin. Li dijî vê yekê em ê di 28’ê tîrmehê de daxuyaniyekê bidin. Em bang li hemû gelê xwe û rêxistinên ekolojiyê dikin. Werin em bi hev re li dijî wêrankirina xwezayê dengê xwe bilind bikin. Em hemû saziyên demokratik û ekolojîk vedixwînin Şirnexê. Heke em bi hev re bin em xurt in. Dema em bi hev re bin dengê me wê bilindtir derbikeve. Vê qirkirina xwezayê em dikarin bi hev re û bi yek dengî bidin sekinandin.”