Li devera balafirên şer bombebaran kirî şewat derket

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gundê Kanî yê navçeya Amediyeyê ya Dihokê ku ji hêla balafirên şer ve hate bombebarankirin, şewat derket. 
 
Êrişên dewleta tirk ên bi hevkariya PDK’ê li dijî Herêma Federe ya Kurdistanê tên kirin didomin. Dewleta tirk gundê Kanî yê girêdayî navçeya Amediyeyê ya Dihokê bombebaran kir. Li gorî nûçeya Rojnewsê; li herêma hatiye bombebarankirin şewat derket. 
 
Hêjayî bibîrxistinê ye ku demek berê li herêma şewat lê derketî ÎHA’yek hatibû xistin.