Şêniyên gundê Qorî li dijî çêkirina kana keviran di nobetê de ne

SEMSÛR - Şêniyên gundê Qorî yê giredayî navenda Semsûrê li dijî çêkirina kana keviran di nobetê de ne. Şêniyên gund bi lêv kirin ku bi çêkirina kana keviran re dê zevî û darên wan ên fekiyan tune bibin û diyar kirin ku ew ê li dijî çêkirina kana keviran heta dawiyê li ber xwe bidin. 
 
Şeniyên gundê Qorî yê giredayî navenda Semsûrê li dijî çêkirina kana keviran di nobetê de ne. Kana keviran ku ji aliyê Midûriyeta Herêmî ya Rêyabêjahiyê îhaleya wê hat kirin û tevî 800 metrê dûrî gundê Qoriyê jî bi ÇED'ê destûr hat dayin ku kana keviran were çêkirin. Her wiha li nêzî gundê Qorî 3 kanên mermer û kaneke keviran hene. Bi çêkirina kaneke din a keviran tevahiya gund tê dorpêç kirin. Li cihê ku tê xwestin kana keviran lê bê çêkirin darên fekî, zeviyên şeniyên gund hene û gelek pezkovî û kew jî lê dijîn. Bi çêkrina kana keviran re ajal jî dê bêwar bimînin û zevî û darên fêkiyan ku debara şeniyên gund in wê tune bibin. 
 
Ji ber van sedeman di 9’ê Adarê de şêniyên gund rê li ber maşîneyên kar ên ku hatin bixebitin girtin û nehiştin li wir kana keviran bê çêkirin. Piştî ku şêniyên gund rê girtin maşîneyên kar jî bi paş ve vekişiyan. Dû re şeniyên gund jî li cihe ku tê xwestin kana keviran bê çêkirin ji xwe re kon vegirtin û dest bi nobetê kirin. Şeniyên gund ku li dijî çêkirina kana keviran di nobetê de ne ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivîn û bi lêv kirin ku ew ê heta dawiyê nobeta xwe bidomînin û nahêlin kana keviran li nêzî gundê wan bê çêkirin. 
 
LI DIJÎ KANA KEVIRAN DI NOBETÊ DE NE
 
Yek ji gundiyên li dijî kana keviran nobetê digire Hasan Kaplan anî ziman ku ew naxwazin 800 metre dûrî gundê wan kana keviran bê çêkirin û wiha got: “Tu xebera me jê tune bû ku dê li vir kana keviran çêbikin. Duh (9’ê Adarê) dema hatin vir ku dest bi xebata kana keviran bikin me rê girt û nehişt ku bi xebitin. Ji xwe li herêma ku gundê me lê ye kana mermeran û keviran hene. Heke 800 mîtro dûrî gund kaneke din a keviran çêbikin, cih ji me re namîne. Ev der warê kew û pêzkoviyan e heke li vir kana keviran bê çêkirin, ne gundî ne jî ajal nikarin li vir bijîn. Toza radibe ku dê li vir belav bibe, ne tenê li gundê me dê bandorê li navenda Semsûrê jî bike.”
 
‘EM Ê HETA DAWIYÊ LI BER XWE BIDIN’
 
Bi domdarî Kaplan diyar kir ku ji bo kana keviran nêzî gundê wan neyê çêkirin dê nobeda xwe bidomînin û wiha bang li rêxistinên sivîl û partiyên siyasî kir: “Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin. An dê li vir kana keviran çênekin an jî em ê bimirin. Ji ber ku rêyeke din ji me re nehiştin. Cihê me yê jiyanê nemaye. Tevî ku ev der nêzî qada me ya jiyanê ye jî destûra ÇED'ê hatiye dayîn. Em fêm nakin ku çawa destûr tê dayîn. An dê dewlet me ji vir bide koçkirin, an jî ev kana keviran dê ji vir derkeve. Çavkaniya debara me sewalkarî ye. Em heywanên xwe tînin vir û diçêrînin. Heke kana keviran were çêkirin, dê herêmek ku em ajalên xwe lê biçêrînin namîne. Li dijî vê divê hemû gelê Semsûrê bi me re bin. Ji ber ku hemû gelê Semsûrê wê ji vê bandor bibe. Her wiha ez bang li hemû saziyên sivîl û partiyên siyasî dikim ku li dijî vê yekê piştgiriya me bikin.”
 
'EM Ê BIÇIN KU?'
 
Şeniyekî din ê gund Kazim Oksuz jî bi lêv kir ku heke kana keviran çêbibe dê darên fêkî û zeviyên çandiniyê bên tunekirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji duh ve em nobedê digirin da ku li vir kana keviran neyê çêkirin. Ji ber ku ev gir dilê gundê me ye. Erdên me yên çandiniyê, darên zeytûn û fêkî li vir in. Heywanên me li vir diçerin. Pêşeroja zarokên me û yekane çavkaniya debara me ev e. Heke vê yekê ji destê me bigirin, em ê bi ku ve biçin? Li herêma ku gundê me lê ye 3 kanên mermeran û kaneke keviran hene. Em her tim dorpêçkirî ne. Toza ku ji kaneke keviran a ewqas nêzî gundê me belav dibe dê bandorek neyînî li tenduristiya me bike. Her wiha ne tenê gundê me ji vê kanê bandor bibe, dê gundên derdorê û navenda Semsûrê jî ji vê kanê bandor bibe. Em ê nobeta xwe ya li dijî çêkirina kana kevir bidomînin. Em ê tu carî destûrê nedin ku li vir kana keviran bê çêkirin. Daxwaza me tenê ew e ku li vir kana keviran neyê çêkirin.”
 
'NAHELIN LI VIR KANA KEVIRAN BÊ ÇÊKIRIN'
 
Şeniyekî din ê gund Şahîn Acar jî destnîşan kir ku bi çêkirina kana keviran xwezaya wan tê tunekirin û wiha got: “Divê ev qas nêzî gund kana keviran neyê çêkirin. Dînamîta ku ji kanê were teqandin dê zirarê bide malên gund. Jixwe tirsa gel a ji erdhejê hê jî didome heke malek hilweşe û yek jiyana xwe ji dest bide dê kî hesab bide? Nobeta me ya li dijî vê kanê wê bidome. Şeniyên gund jî bi biryar in ku li vir wê nehelin kana keviran bê çêkirin. Erdê min ê çandiniyê li vir e. Heke kana keviran were çêkirin ez ê çawa bikarim çandiniyê bikim? Em bang li rayedaran dikin ku ji vê yekê re çareseriyekê bibînin.”
 
MA / Mahmût Altintaş