ŞIRNEX - Masîvanê cizîrî Mehmet Ulku ku Masiyê Piling ê ku nifşê wî bi tunebûnê re rû bi rû ye dîtiye, destnîşan kir ku gelek cûreyên masiyan ji ber bendavan ji holê radibin û got: “Dê axa me di bin avê de bîmîne, gundên me werin valakirin. Em bendavê naxwazin.”
Yekitiya Parastinê ya Xweza û Çavkaniyên Xwezayê ya Cîhanê (ÎUCN) ragihand ku 300 nifşên cûreyên masiyan bi tunebûnê re rû bi rû ne. Ev masî di “lîsteya sor” de cih digirin. 10 ji van masiyan, di çarçoveya masiyên winda de tên gerîn û lîstekirin. Di cîhanê de 2 masiyên herî zêde lêgerîna wan tê kirin li Sêrt û Şirnexê hatin dîtin. Yek ji van Masiya Çopvan a di Çemê Botanê de li Sêrtê 2 sal berê hate dîtin e.
LEONARDO DICAPRIO PARVE KIR
Ji bo dîtina Masiyê Piling (Masîpankê Leopar - Masiyê Komando) bi hewldanên 2 akademîsyenan xebat hatin destpêkirin. Masîvanê cizîrî Mehmet Ulku yê ku alikariya van akademîsyenan dike, hefteya borî ev masî di Çemê Dîcleyê de li navçeya Basayê dît. Lîstikvanê Oscar stendiye Leonardo DiCaprio ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal Masiyê Piling parve kir û xist rojeva cîhanê.
‘BENDAV ZINCÎRA JIYANÊ VEDIQETÎNE’
Mehmet Ulku yê ji bo dîtina Masiyê Piling di nava xebatan de cih girtiye, ji ajansa me re axivî. Ulku anî ziman ku wan gelek caran “Masiyê Piling” di Çemê Dîcleyê de girtine û wiha axivî: “Piştre me ev masî ji mezinên xwe pirsî û wan jî ji me re gotin ku ev 'Masiyê Piling" e. Rojekê du akademisyen hatin vê derê û ji Masiyê Piling re gotin ku ev 'Masiyê Leopar' e û nifşê wê ber bi tunebûnê ve ye. Me jî got ku em ê vî masiyî peyda bikin. Em demekî dirêj di nava çem de li vî masiyî geriyan. Ev masî bi piranî di mehên gulan, hezîran, tîrmeh û tebaxê de derdikevin holê. Ji ber ji ava gerim hez dike. Lêbêlê piştî ku bendav li ser çem çêkirin, êdî masî li ber çavên me neket. Ji ber ava çem li ber bendavê disekine, sar dibe, sartir diherike. Sarbûna avê bû sedema tunebûna vî masiyî.”
‘BINÊ AVÊ BI KEVZÊ TIJE BÛYE’
Ulku da zanîn ku wî demekî dirêj ji bo peydakirina masiyî xebat da meşandin û anî ziman ku wî hefteya borî ev masî peyda kiriye. Ulku bi bîr xist ku wî heya sala 2020’an her roj herî kêm du Masiyên Piling digirtin û wiha pê de çû: “Piştî ku çavikên avê yên Bendava Ilisûyê hatin girtin, hejmara vî masiyî kêm bû. Dîsa ji ber ava bendavê tê girtin, binê avê bi kevzê re tije bûye. Zivistanan, ji ber ava zêde binê avê paqij dibû. Lê belê ji ber bendav avê girtiye, êdî binê avê paqij nabe. Dema ku em torê davêjin avê, tenê kevz tikeve torê. Ji ber masî ji nikarin di nav kevzê de bijîn, hejmara wan gelek kêm bû. Berê gelek masî li vir hebûn. Me li her derê masî digirtin. Me carnan masiyên ku 100 kîlo digirtin. Lê belê em êdî peydakirina masiyan de zehmetiyê dikêşin. Êdî bêhn jî ji ava me tê.”
DÊ BENDAVEK NÛ WERE ÇÊKIRIN
Ulku yê li taxa Misûriyê ya navçeya Cizîrê dijî wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em 50 kîlometreyan dûrî Bendava Ilisûyê ne lê belê ev der jî gelek bi bandor dibe. Niha dixwazin li ser deşta me ya dawî jî bendavekê çêbikin û herêmê di bin avê de bihêlin. Taxa me ya Misûriyê 3-5 kîlometreyan dûrî navenda navçeyê ye. Tam li vê taxê dê bendav were çêkirin. Dê bilindahiya bendavê 40 metre bibe û deşt dê di bin avê de bimîne. Ji ber dê av bisekine, tiştên di nava avê de tên jî dê dakevin binê avê û bendavê. Ji ber av hemû mîneralên di nava avê de dadikevin xwarê, av nikare jîngeha pey bendavê têr bike. Ev yek jî jiyana nava avê rasterast bandor dike.”
‘ERDNÎGARIYA ME TÊ TUNEKIRIN’
Ulku anî ziman ku jîngeha wan dê bi çêkirina bendavê di bin avê de bimîne û ev tişt gotin: “Ji ber dê taxa me jî di bin avê de bimîne, dê şêniyên vê derê jî bidin koçkirin. Dê axa me, mîrateya me di bin avê de bimîne. Dê gundên me werin valakirin. Ji ber bendav nêzîkî navenda navçeyê ye, ji bo navçeyê bitalûke ye. Ji ber vê em naxwazin bendav were çêkirin.”
MA / Omer Akin