ŞIRNEX - TKÎ li bajaroka Bêspinê û gundê Bêşêrê yên navçeya Silopiyayê dê bi awayekî lezgîn 51 parsel erd îstîmlaq bike. Qadên hêşîn ên ku dê bên îstîmlaqkirin, dê bi temamî bên tunekirin.
Wêrankirina xwezayê ya ku bi destê desthilata heyî û hevkarên wê li Botanê hatiye destpêkirin didome. Desthilata ku di polîtîkayên qirkirina ekolojiyê de israr dike, heta niha li herêmê bi dehan qadên daristanî tune kirine û gelek qadên daristanî jî pêşkeş û radestî sermayê kirine. Niha jî hin ji van qadên hêşîn û zeviyên gel jî tên îstîmlaqkirin. Gundê Gundikêremo yê Şirnexê ku di sala 1989'an de hatibû valakirin û bi hinceta "ewlehiyê" hatibû qedexekirin, ji aliyê şîrketa ku aydê parlamenterê berê yê Mêrdînê Suleyman Bolûnmez ve bi hinceta xebatên lêgerîna komirê hatibû îstîmlaqkirin. Li gel îstîmlaqkirina gund, xebatên lêgerîna komirê hatin destpêkirin û texrîbeteke mezin çêbû. Tevî hemû gilî û bertekên şêniyên gund jî xebatên lêgerîna komirê hê berdewam dikin.
Hat hînbûn ku Saziya Komirê ya Tirkiyeyê (TKÎ) ji bo ku li navçeya Silopiyaya Şirnexê xebatên hilberîna asfaltê bidome dê bi lezgînî 51 parselan îstîmlaq bike.
51 BESTEK ERD DÊ BÊN ÎSTÎMLAQKIRIN
Li gundê Bêşêrê yê navçeya Silopiyayê 7 parsel û li bajarokê Bêspîn ê Silopiyayê jî 44 parsel ji bo berdewamkirina xebatên hilberîna asfaltîtê bi lezgînî dê bê îstîmlaqkirin. Zeviyên bi hejmara lîsansa S: 88020 ku di nav sînorên Silopyayê de ye ev biryar dê pêk bê. Erdê ku bê îstîmlaqkirin rûbera giştî ya wan 300 hezar û 686 metrekarey ye, wê li ser navê TKÎ'yê bê qeydkirin û hemû lêçûnên ku di vê pêvajoyê de bên kirin jî wê ji aliyê fîrmaya rodovansçi ve bê dayîn.
'PÊK ANÎNA VÊ BIRYARÊ DÊ PÊŞIYA TEXRÎBETEKE MEZIN A XWEZAYÎ VEKE'
Der barê mijarê de ji Komîsyona Ekolojiyê ya Baroya Şirnexê Fadil Tay axivî. Tay diyar kir ku li gel îstîmlaqkirina gundan li herêmê pêşiya texrîbateke mezin a ekolojiyê tê vekirin û wiha axivî: "Di 25'ê mijdarê de ji aliyê serokkomariyê ve biryara îstîmlaqkirina lezginî hat dayin. Li gundê Bêşêrê 7 parsel û 137 hezar û 460 metrekare û li bajarokê Bêspînê jî 163 hezar û 180 metrekare hatine veqetandin. Bi giştî jî 51 best tên veqetandin. Ev tê wê wateyê ku xwezaya me tê tunekirin. Çavkaniya ava Silopiya û ya herêmê hemû ji van cihên ku bên îstîmlaqkirin sûd digirin. Heke ku vê biryarê pêk bînin şêniyên gund jî û yê Silopiya jî dê pirsgirêkên mezin ê xwezayî bibînin. Ji xeynî wê heke ku vê biryarê pêk bînin dê texrîbateke mezin a xwezayê çêbibe. Ev berdewama Santrala Cînerê ye. Ev santral 15-20 sal in zirarê dide xwezaya vê herêmê û pergala ekolojiyê tune dike. Ev jî berdewama vê xebatê ye."
'EM Ê PIŞTGIRIYA HIQÛQÎ BIDIN MALBATAN'
Tay di berdewama axaftina xwe de daxwaz kir ku li dijî vê biryarê malbat dikarin her mafê xwe yê hiqûqî bi kar bînin û wiha domand: "Ji ber wê divê ku di vê hêlê de şeniyên gund vê yekê qebûl nekin û li dijî vê derkevin û mafê xwe yê hiqûqî bi kar bînin. Bêşer jî û Bêspîn jî gundên me yê dîrokî ne û di hêla seyrangehê û çandinê ve dewlemende. Bi taybetî demsala havînan de rez û baxçeyên wan navdar in. Ev sedsalane ku ev gund ava ne û gel ji wê derê û ji xwezaya wê sûd digire. Heke ku vê biryarê pêk bînin ne tenê di hêla çavkaniya debarê ya gel, di heman demê de gelek pirsgirêkên tendûrîstî jî rû bidin. Hem nebat û hem jî zindiyên herêmê tune bibin. Şeniyên gund dikarin bên mafê xwe yê hiqûqî bikar bînin. Di vê hêlê de em weke komîsyona ekolojiyê ya Baroyê jî dikarin ku piştgiriya hiqûqî bidin wan. Bila malbat xwe bêhêvî nekin û têkevin nav hemû hewledayinan."
GUNDIYAN SERÎ LI SERDOZGERIYÊ DAN
Erdê ku tê gotin dê bên îstîmlaqkirin jî qadên çandinî ye ne. Li gel pêkanîna vê biryarê dê bi dehan qadên hêşîn bên tunekirin. Piştî ku ev biryar ji gundiyan re hat ragihandin, gundiyan li dijî vê yekê serî li Serdozgeriya Komarê ya Silopiyayê dan. Hat diyarkirin ku şaredariya AKP'ê ya bajorê Bêspinê jî piştgiriyê dide û ji bo pêkanîna vê biryarê jî bi israr e. Şeniyên gund ji vê rewşê bi bertek in. Yek ji şeniyên Bêspinê ku nexwest navê wî eşkere bê nivîsandin wiha got: "Qada ku dê bê îstîmlaqkirin cihê seyrangehê ye û qadeke ku gelek çavkaniyên avê lê hene. Darên li vê herêmê hemû darên hinar, hêjîr û sêvan in. Li vê herêmê komir tune ye. Ji bo ku vê biryarê pêk neyînin me serî li der derê da. Lê ew di vê biryarê de israr dikin. Şaredarê AKP'ê jî şirîkeke vê projeyê ye û ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî erd û gundê me talan dikin."
MA / Zeynep Dûrgût