Piştî Gabar û Cûdî niha jî li Feraşîn û Katoyê talanê dest pê kir

img
ŞIRNEX - Piştî çiyayên Gabar û Cûdî, li zozana Feraşînê û Çiyayê Katoyê jî rafînera neftê hat avakirin û xebatên lêgerîna petrolê hatin destpêkirin. Hat diyarkirin ku dê li 90 noqteyên cuda yên Feraşînê bi navê lêgerîna petrolê dê bên kolandin. Zozana Feraşînê niha bi xetereya tunekirinê re rû bi rû ye. 
 
Ji ber polîtîkayên "ewlehiyê" yên taybet ên dewletê heta niha li herêmê bi dehan gund, mezrik û herêm hatine valakirin û tunekirin. Ketina gelek gundan hê jî ji gel re qedexe ye. Gundên ku di salên 1990'î de hatine valakirin vegera li wan hê jî tê astengkirin, polîtîkaya dewletê ya "Me aramî anî herêmê" zext û êrîşên heyî yên li ser herêmê rewa dike. Herêmên Besta Cûdî û Gabarê yê Şirnexê ku talana xwezayê ev sê salin didome, her 15  rojan carekê têketina van herêman tê qedexekirin. Ev herêm ji lêgerîna petrol û madenê re vekirî ne, lê belê ji gel re qedexekirî ne. Li herêma Gabarê jî bi navê neftê darên sedsalane tên birîn û tunekirin. Herêma Gabar û Cûdî ku bi ser navê lêgerîna petrolê tê qulkirin gel ji vê yekê nerazî ye. Piştî Gabar û Cûdî niha jî li zozana Feraşîn û Çiyayê Katoyê lêgerîn hatiye destpêkirin. 
 
ZOZAN BI TUNEBÛNÊ RE RÛ BI RÛ YE
 
Li zozana Feraşînê ya li sêgoşeya Şirnex, Colemêrg û Wanê ye ku bi bedewiyên xwe yên xwezayî û hewaya xwe ya paqij tê naskirin, lêgerîna petrolê dest pê kir. Rafinera petrolê li zoma Şeletûnê ya Feraşînê ku 20 kîlometre dûrî navçeya Elkê ya Şirnexê ye hat danîn. Gelek nebatên endemîk û candar ên li deştê dijîn di bin xetereya tunekirinê de ne. Li zozana ku xebatên sondajê hatine destpêkirin hat zanîn ku 4 kîlometre di binê erdê de hatiye kolandin, lê belê ji ber ku bîrên petrolê teqiyane xebat hatiye sekinandin. Koçerên ku li zoma Şeletûnê dimînin jî ji aliyê leşkeran ve ji cihê xwe hatine rakirin. Koçerên ku kîlometreyekê dûrî rafinerê hatine bicihkirin zehmetiyê dikêşin. Ji ber lêgerîna petrolê ya li zozanê gelek cihên ku pez lê diçêriyan jî ji aliyê leşkeriyê ve hatine qedexekirin. Koçer û şeniyên herêmê gelek zehmetiyê dikişînin.
 
DÊ 90 NOQTEYÊN ZOZANÊ BÊN KOLANDIN
 
Her wiha hat zanîn ku dê 90 noqteyên zozanê bi navê xebatên petrolê bên kolandin. Zozana ku çavkaniya debarê ya şeniyên herêmê û koçeran e niha bi tunekirinê re re rû bi rû ye. 
 
LI KATOYÊ JÎ LÊGERÎN
 
Her wiha li Çiyayê Kato yê di navbera bajêrê Colemêrg û Şirnexê de dimîne jî, li gelek noqteyan lêgerîna petrolê heye. Çiya tê tunekirin. Hat zanîn ku ji bo ku li herêma Besta ya ku dar lê tên birîn xebatên pêşîn hatin destpêkirin. 
 
MA / Zeynep Durgut