Ji Rûbarê Nerdûşê komir diherike!

img

ŞIRNEX - Rûbarê Nerdûşê ku kaniya wê Çiyayê Cûdiyê ye, ji ber ava kanên komiran gefê li jiyana candaran dixwe. 

 
Rûbarê Nerdûşê yê çavkaniya xwe ji quntarên Çiyayê Cûdiyê digire, ji gundên Şirnexê heya navçeya Silopiyayê ava gelek gundiyan dabîn dike. Lê belê ji ber ava kanên komiran ên li quntarên Çiyayê Cûdiyê, reş diherike û gefê li jiyana hemû candaran dixwe. 
 
Wezareta Hawirdor, Bajarsazî û Guherîna Avhewayê ku li dijî ava bermayî ya kanên komiran ên Rûbarê Nerdûşê qirêjî dikin tu tevdîr negirtine, rê li ber vekirina kanên nû vedike. Kanên komiran ên di destê Suleyman Bolunmezê AKP'î de ku bêyî pêdivî bi rapora ÇED'ê bibîne û destûrê bistîne wan dixebitîne, Rûbarê Nerdûşê qirêjî dike. 
 
Ji gundên ku ava xwe ji Rûbarê Nerdûşê peyda dikin yek jê jî gundê Milgaşantiyê ye. Lê belê ji ber ku av qirêjî bûye, nikarin wê vexwin û heywanên wan jî nexweş dikevin. Her wiha gelek darên li derdorê jî hişk bûne. Zarokên ku ji bo xwe hênik bikin dikevin roba jî nexweş dikevin. 
 
DU ROJAN CAREKÊ DU SAETAN AVÊ BERDIDIN
 
Ji şêniyên gundê Milgaşantiyê Fendî Katar (65), teşta ku ji bo heywanên xwe tije ava kiriye nîşan da û got: "Wekî hûn dibînin hema bibêje herî ye. Heywanên me vê avê vedixwin. Ji ber vê avê jî nexweş dikevin." Katar da zanîn ku du rojan carekê tenê du saetan ava wan tê berdan û wiha got: "50 mal li gund hene. Ma dê ev av têra kê bike? Ên depoyên wan li cihekî bilind, berî ku av bigihê wan tê birîn. Av didin jî encax têra rojekê dike. Rewşa me ya aborî jî nebaş e. Em diçin avê ji marketê dikirin. Gava ava me diqede em ji bêgavî diçin a robarê tînin. Li her malê nexweş hene. Sedema ev qas nexweşan jî ev av e." 
 
Katar destnîşan kir ku ji bo çareserkirina meseleya avê gelek caran serî li walîtiyê dane û got ku rayedarekî ji wan re gotiye "We hindik ray dane me." 
 
‘EM HEM VEDXWIN HEM JÎ XWE PÊ DIŞON'
 
Mehmet Aliş (40) jî bilêv kir ku ji bêgavî ava rûbarê bi kar tînin û got: "Em vê ava herî hem vedxwin hem jî xwe pê dişon. Zarokên me dikevin vê avê. Ev av, darên fêkiyan jî hişk dike. Bi taybetî di 10 salên dawî de pir qirêj bû. Sedema qirêjbûna wê jî ava bermayîş ya kanên komiran diherike rûbar. Walî tim dibêje em çêbikin, lê di ser guhê xwe re davêje." 
 
Ricaîl Açar (65) ji diyar kir ku hem ava kanên komiran hem jî ava qirêj a herêmê hemû diherike rûbar û ev tişt anî ziman: "Em daxwaznameyan didin, nayên bersivandin. Me di dema hilbijartinê de dibêjin 'em hemû dost in.' Lê hilbijartin diqede, her tişt tê jibîrkirin. Ne walî ne jî qeymeqam rojekê nehat van pirsgirêkên me nedît." 
 
‘DAR HIŞK DIBIN'
 
Ahmet Ûzar jî wiha axivî: "Dar ji ber vê ava qirêjî hişk dibin. Me daxwazname da lê winda dikin. Encamek bi dest nakeve. Êdî bila ev rûbar neyê qirêjkirin. Li ber rûbarên qirêj nexweşxane tên çêkirin. Qey qet nayê bîra wan. Sibê dê ew nexweş çawa li wir bimînin?"
 
MA / Mehmet Guleş