Li Dara Hênê ji bo baregeha leşkerî dar tên talankirin

img
ÇEWLIK - Ji bo çêkirina kalekola li çoltarê gundê Rizê yê girêdayî Dara Hênê gelek darên li qada daristanê hatin birîn. 
 
Li qada daristanê ya li çoltarê gundê Riz ê girêdayî Dara Hênê ya Çewlikê ku weke navbera Gaza Quç û Gaza Qerweş tê zanîn, ji bo kalekolê dar hatin birîn. Xebatên çêkirina rêyê ya li devera dar lê tên birîn didomin û qad bi têlên direhî hatiye dorpêçkirin. Hat zanîn ku dê di heman demê de qad bê ronîkirin. 
 
GUNDIYAN BERTEK NÎŞAN DAN
 
Welatiyên ku di salên 1990'î de gundên wan hatine şewitandin û piştre dîsa vegeriyayîn ji ber vê rewşê bifikar in. Di dîmenên xebatên çêkirina kalekolê yên ji bo ajansa me hatine şandin de welatî dibêjin ku ev xebat bandoreke neyînî li wan dike. Welatî wiha didomînin: “Em hemwelatiyên vî welatî ne. Me heta niha zirar nedaye tu kesî. Heke em li vir bijîn, em neçarin sewalên xwe biçerînin. Di danê şevê de her sewalek bi rexekê ve diçe. Divê mirov wan kom bike. Ji me re dibêjin ‘sewalên xwe neyînin van deveran, li van deveran neçerînin.’ Erê baş e em ê di nava van şert û mercan de çawa bijîn?”