Rapora der barê talankirina xwezaya Botanê de

img
 
ŞIRNEX- Tevgerên Ekolojîparêz rapora ku li ser birîna daran û şewata daristanên li herêmê amade kirin, belav kirin. 
 
Birîna daran û şewata daristanan a li herêmên Besta, Gabar, Cûdî û Cilenimêja yên Şirnexê ji aliyê cerdevanan ve hatiye destpêkirin, didome. Li dijî talana ku li Çiyayê Cûdiyê berdewam dike, ekolojîparêz bi pêşengiya Tevgera Ekolojîparêzan a Mezopotamyayê di 5'ê Tebaxê de hatin herêmê û rewşa herêmê ji nêz ve lêkolîn kirin.
 
Tevgerên ekolojiyê  rapora ku der barê qirkirin û şewata herêmê de amade kirin bi civîneke çapemeniyê eşkere kirin. Daxuyanî li avahiya KESK’ê ya Şirnexê ji aliyê tevgera Ekolojiyê ya Şirnexê ve hate dayin. Tevgera Ekolojîparêzan a Mezopotamyayê, Komeleya Mafê Mirovan (İHD), Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Şirnexê, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Parlementerê Partiya Çepên ê Şirnexê Kesk Mehmet Zekî Îrmez, hevşaredarên Sîlopiyayê û Baroya Şirnexê tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Cûdî dişewite” hat vekirin. 
 
Ji Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê Derya Akyolê raporê xwend. Xalên di rapora der barê talankirina xwezayê de wiha hatin birêzkirin: 
 
*Di encama çavdêrî û hevpeyvînên me de; Tê dîtin ku ji ber polîtîkayên ewlehiyê şewata daristanan nehatiye vemirandin û di heman demê de ji bo kanên komirê  yên li herêmê an jî ji ber sedemên cuda dar hatine birîn.
 
*Wêneyên Google Earth ên herêmê di sala 2013 û 2023'yan de berhev kirin: Dema mirov li van wêneyan dinêre dikare bibêje ku hebûna daristanê bi giştî ji holê rabûye. Divê were destnîşankirin ku ne tenê hebûna daran, di encamê de pergala ekolojiyê jî hatiye tunekirin.
 
Agahdarî û belgeyên ku divê ji raya giştî re bên parvekirin jî wiha hatin rêzkirin:
 
* Li Çiyayê Cûdî li qadên pêwîst xebatên sererastkirina daristanan,traşkitrin û ziravkirina daristanan hatiye destpêkirin, armanca van xebatan nûkirina daristanên berûyan û geşbûn û geşkirina wan e û di encama van lêkolînan de hatin kirin. bi awayekî kontrolkirî, qadên daristanan kêm nabin,dibe ku daristanên stûrtirin çêdibin.
 
* Parvekirina agahî û belgeyên plana vemirandina agir û dezgehên vemirandina esmanî yên li herêmê bi raya giştî û xelkê herêmê re pêwîstiyeke lezgîn e.
 
* Têkildarî îdiaya Midûriyeta Karên Daristanê ya Şirnexê ku di sala 2021'an de di bin navê rehabîlîtasyonê de dar hatine birîn divê bê diyarkirin ka çend qad hatine birîn.
 
*Di derbarê hebûna cureyên endemîk ên li herêmê û zindiyan de lêkolîn û tespîtên zanistî bên kirin û ji bo parastina wan plansaziyên xebatên pêwîst bên çêkirin û parvekirin.
 
*Divê ku xebatên çandinî û sewalkariyê li gorî polîtîkayên ewlehiyê neyên sînordarkirin, gel û zindiyên din ji jîngeha xwe neyên qutkirin. Astengiyên hatine çêkirin û guhertina rêjeyî ya di xebatên çandinî û sewalkariyê de li herêmê bi salane divê bê parvekirin.
 
Piştî raporê nêrîn û pêşniyarên rêxistinên sivîl ên civakî ku beşdarî civînê bûne hatin girtin. Civîn bi temaşekirina slayeta ku talana ekolojiya herême vedibêje bi dawî bû.