Mizgîndêra payizê Canemerg bişkivî

img
ŞIRNEX - Li Zozana Feraşînê mizgîndêra demsala payizê, kulîlka Canemergê bişkivî. 
 
Li Kurdistanê ku bi xwezaya xwe balê dikişîne, mirov leqayî her cure kulîlk û nebatan tê. Di heman demê de gelek kûlîlk jî hene ku mizgîniya demsalan didin. Yek ji van jî kûlîlka Canemergê ye. Li navçeya Elkê ya Şirnexê, li zozana Feraşînê kulîlka Canemergê ku di nava kurdan de wekî mizgîndêra demsala payizê tê zanîn, bişkivî. 
 
Canemerg, bi piranî li deverên bêavî û cihên pez lê diçêrin çêdibe. 
 
Zozana Feraşînê bi spîbûna Canemergê xemiliye. 
 
MA / Zeynep Dûrgût