Şewata li Çanakkaleyê hate kontrolkirin

img
ÇANAKKALE - Wezîrê Çandinî û Daristanan Îbrahîm Yumakli got ku şewata li Çanakkaleyê ku di roja 3’yemîn de didome hate kontrolkirin. 
 
Wezîrê Çadinî û Daristanan Îbrahîm Yumakli got ku şewata di 22’yê tebaxê saet derdora 11.30’an de li Çanakkaleyê derketî û bandor li 11 gundan kirî hate kontrolkirin. Li gorî daxuyaniya Yumakli; zirar gihişt nêzî qadeke 4 hezar û 80 hektaran, 3 mal bi temamî şewitîn û xisareke mezin gihişt 4 malan jî. Yumakli got ku 29 axûran. 
 
DÊ DERBENDA ÇANAKKALEYÊ BÊ VEKIRIN 
 
Bi domdarî Yumakli got ku şewat di nava 48 saetan de hate kontrolkirin, tu windahiyên can çênebûne, 2 hezar û 650 hektar jê qada daristanê bi giştî zirar gihiştiye qadeke bi qasî 4 hezar û 80 hektaran, di xebatên vemirandina şewatê de 10 balafir, 38 helîkopter û 290 wesayîtên bejahî hatine bikaranîn û 3 hezar û 174 personel li qadê xebitîne. Yumakli diyar kir ku rêbej û derbenda li trafîkê hatibûn girtin dîsa vekirine.