Şewata li Çanakkaleyê di roja 3’yan de didome: 11 gund hatin valakirin

img
ÇANAKKALE - Şewata li Çanakkaleyê di roja 3’yan de didome û heta niha hezar û 500 hektarên daristanê bûne xwelî. 11 gund hatine valakirin û 95 kes jî ji dûyê bibandor bûn. 
 
Sê roj berê li devera Damyerî ya girêdayî navenda Çanakkaleyê li qada daristanê şewat derket û hêj didome. Rayedaran duh gotin ku rê li ber belavbûna şewatê girtine lê hêj jî nehatiye vemirandin. 
 
Ji ber şewata heta niha şewat li qadeke bi qasî hezar û 500 hektaran didome. Hat zanîn ku ji ber hewayî şewata li daristanên gundên Yagcilar û Aşagiokçular ên girêdayî navendê dîsa bilind bûn. Komên girêdayî Midûriyeta Herêmê ya Daristanan a Çanakkaleyê hem ji hewa ve hem jî ji bejahiyê ve mudaxileyî şewatê dikin û hewl didin vemirînin. 
 
11 GUND HATIN VALAKIRIN 
 
Hejmara gundên ji ber şewatê hatine valakirin derket 11’an. Hat zanîn ku rewşa 95 kesên ji dûyê bibandor bûn jî baş e. Heta niha hezar û 250 kes li qadên biewle hatine veguhestin. Li gundên Ulupinar û Yagcilarê 9 mal şewitîn. Midûriyeta Giştî ya Emniyetê ya Qeraxê da zanîn ku ji bo avê ji behrê bigirin, bi şev saet 03.00’an Derbenda Çanakkalêyê ji hatin û çûnê girtine. Her wiha hat gotin ku dê derbend ji saet 11.00’an ve ji bo aliyekî (başûr-bakur) were vekirin. 
 
KESEK HATE BINÇAVKIRIN 
 
Şewata duh li Gelîboluyê derketî 5 saet piştre hate vemirandin û kesek hate binçavkirin. Hat zanîn ku çirûska ji qeynaxê derketî bûye sedema şewatê.