Dorpêça li ser gundê Bilbêsê di roja 27’an de didome

img
ŞIRNEX - Dorpêça leşkerî ya li ser gundê Bilbês ê Elkê di roja 27’an de berdewam dike. 
 
Dorpêça leşkerî ya li ser gundê Bilbês ê Elkê ya Şirnexê di roja 27’an de didome. Li ser serê hemû girên li çar aliyên gund leşker hatine bicihkirin û li qadên daristanê yên qedexekirî ji ber xwe ve guleyan direşînin. Hat zanîn ku ji 29’ê tîrmehê heta niha di ketin û derketina gund de GBT tê kirin û piştre destûr tê dayîn. Bi dorpêç û operasyona leşkerî re zextên li ser gund jî zêde bûne û derheqê gelek welatiyan de biryara lêgerînê hatiye dayîn. 
 
Welatiyê bi navê Îzettîn Cîn di 1’ê tebaxê di çarçoveya lêpirsînê de hatibû binçavkirin û di 4’ê tebaxê de jî bi îdiaya “alîkarî daye rêxistinê” hatibû girtin. Welatiyê bi navê Levent Cîn jî di 19’ê tebaxê de hatibû binçavkirin û bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatibû girtin. Dadgehê bi şertê kontrola edlî û qedexeya derketina derveyî welat biryara berdanê dabû. 
 
LI BILBÊSÊ ÇI QEWIMÎ BÛ?
 
Walîtiya Şirnexê ji bo çoltarê gundê Bilbêsê biryar dabû ku welatiyên sivîl nekarin di navbera 29’ê tîrmehê û 4’ê tebaxê de bikevin herêmê. Biryara qedexeyê hate rakirin lê dorpêça li ser gund domiya. Walîtiyê di navbera 8-23’yê tebaxê de dîsa ji bo heman herêmê biryara qedexeyê da. 
 
Herêma behsa xeberê piştî biryara qedexeyê ji ewil ji hêla balafirên şer û piştre jî bi rojan ji hêla helîkopterên bi tîpa SKY hate bombebarankirin. Di navbera leşkerên derketin operasyonê û HPG’iyan de şer derket û di şer de 2 endamên HPG’ê jiyana xwe ji dest dan. 
 
Herî dawî jî şandeyeke ku ji Parlamenterên Partiya Çepên Kesk ên Şirnexê Newroz Uysal û Mehmet Zekî Îrmez û rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) pêk dihat çûn serdana gund.