Li Çanakkaleyê şewat: 9 gund hatin valakirin, 5 hezar hektar şewitî

img

ÇANAKKALE - Duh li Çanakkaleyê şewat derket û 23 saet in bênavber didome. Heta niha 9 gund hatine tehliyekirin û di nava 9 saetan de qadeke bi qasî 5 hezar hektaran şewitî. 

 
Duh di danê nîvro de li qada daristanê ya li nêzî gundê Kayadere ya girêdayî navenda Çanakkaleyê şewat derket û hêj didome. Sedema derketina şewatê hêj nehatiye zanîn û xebatên ji bo vemirandinê didomin. Heta niha ji ber şewatê hezar û 251 welatiyên li 337 malên li 9 gundan hatine tehliyekirin. 
 
Hem komên Midûriyeta Daristanan a Herêmê hem jî saziyên din bi wesayîtên xwe mudaxile dikin. Şewat li ser xeteke bi qasî 15 km’an bibandor e û li ser jîngehan xetereyeke mezin e. Piştî ku şewat nêzî deverên bajar bûy, gelek ekîb li herêmê hatin veguhestin. 
 
83 KES JI ŞEWATÊ BIBANDOR BÛN 
 
Ji bo vemirandina şewatê 7 balafir û 22 helîkopter tên bikaranîn. Heta niha 83 welatî ji ber dû yê bibandor bûn û rakirin nexweşxaneyê. Her wiha gelek sewal jî di şewatê de mirin. Li gundê Ulupinarê 5, li gundê Yagcilarê jî 4 avahî şewitîn. Di şewatê de 88 sewalên welatiyan mirin û 10 axûr jî şewitîn. 
 
9 GUND HATINTEHLIYEKIRIN 
 
Ji ber şewatê heta niha 9 gund hatine tehliyekirin. Hezar û 251 kesên ji van gundan hatine tehliyekirin li wargehên KYK’ê hatin bicihkirin. Ji ber şewatê, Derbenda Çanakkaleyê hate girtin. Di encama şewata heta niha de bi hezaran dar bûne xwelî. Xebatên vemirandina şewatê didomin û li gelek deveran şewat hate vemirandin. Ji Beşa Endezyariya Daristanan a Zanîngeha Cerrrahpaşa ya Stenbolê Prof. Dr. Doganay Tolunay agahî da û got ku di nava 9 saetan de qadeke bi qasî 5 hezar hektaran şewitî ye û dibe ku heta serê sibehê bibe 6 hezar hektar. 
 
Wezîrê Çandinî û Daristanan Îbrahîm Yumakli jî got ku rê li ber belavbûna şewatê hatiye girtin. Xebatên ji bo vemirandina şewatê didomin.