Li Cûdî daran talan dikin, li gundan jî qedexeyan pêş dixin

img
ŞIRNEX - Talankirina daran a cerdevanan a li gundê Sorbitnê yê li quntara Çiyayê Cûdî didome. Îlyas Yagan ê 70 salî, anî ziman ku qedexeyên ji salên 90’î hatine destpêkirin û li gundê wan bi awayekî fiîlî tê meşandin. 
 
Li herêma Besta û li quntara çiyayên Cûdî, Gabar û Cilênimêja di bin çavdêriya leşkeran de ev 3 sal in bênavber dar têne birîn. Hat zanîn ku cerdevan li gundên Biliga, Girêçolya, Serbitnê, Hesena, Gera Mihetnê ên girêdayî navçeya Silopiyaya Şirnexê daran dibirin. Cerdevanên ji Qilebanê tînin bajarokê Sêgirkayê, daran dibirin, leşkerên anîne herêmê jî gelek herêmên li ber quntara çiyayan dişewitînin. Herî dawî di 26’ê tîrmehê de daristana di navbera gundên Sorbitnê û Gera Mihetnê dimîne şewitandin. Hat destnîşankirin ku ji bo vemirandina agir tu mudaxile nehatin kirin û şewat 2 roj piştre ji ber xwe ve vemirî ye.  
 
Ji şêniyên gundê Sorbitnê Îlyas Yagan ê 70 salî destnîşan kir ku dewletê di salên 90’î de koçberî li ser wan ferz kiriye, gundên wan vala kirine. Yagan, got ku îro jî daristan tên şewitandin, qedexeyên fiîlî li ser gundê wan heye.  
 
‘BI HEZARAN TONÊN DARAN HATIN BIRÎN’
 
Yagan, diyar kir ku ew li gundên xwe di nava qadeke sînorkirî de çandiniyê dikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Jora gundê me bi hinceta 'ewlehiyê' hatiye qedexekirin. Ji Sêgirkayê cerdevan anîne herêma me û ev 3 sal in daran dibirin. Van cerdevanan heta niha bi hezaran tonên daran birîne. Hêj jî dibirin. Herwiha li gelek deverên gundê Girêçolyayê ku li rex me ve ne, bênavber dar tên birîn." 
 
‘DARÊN ŞEWITANDIN NIHA JÎ DIBIRIN’
 
Bi domdarî Yagan destnîşan kir ku dema li gundê wan dest birîna daran hatiye kirin bi tu şêniyên gund re neşêwirîne û wiha pê de çû: "Ma çi heqê wan bi vê yekê heye? Bi birîna darên me re heqeretê li me dikin. Berê li gundê me darên fêkiyan ên kezwan, fistiq, behîv û guzan hebûn û dahatûya me baş bû. Berê tenê darên me dibirîn lê niha hem dibirin hem jî difiroşin. Xweza û axa me xera dibe. Bi hinceta 'pevçûn heye', nahêlin kesek nêzî herêma dar lê tên birîn bibin. Em ne dixwazin pevçûn derkevin ne jî dixwazin kes jiyana xwe ji dest bide. Êdî bila aştî çêbibe û ev pêvajoya pevçûnê bi dawî bibe. Darek jî jiyanek e, kes ji birîna darekê jî razî nîne.”
 
‘FERQA XWEZAYÊ NÎNE’ 
 
Di berdewamê de Yagan bal kişand ser hesasiyeta ji bo daristanên li Tirkiyeyê û axaftina xwe wiha qedand: "Heman hesasiyet ji bo şewitandina daristanên me nayê nîşandan. Dema li rojava şewat derdikeve, leşker, sivîl, helîkopter û hwd. dibin yek û ji bo vemirandina agir her tiştekî dikin. Lê dema ku li vê derê agir derdikeve, dev ji vemirandina agir berde yên dixwazin vemirînin jî asteng dikin. Çima vê ferq û cudahiyê dikin? Divê tu ferq di nava xwezayê de tune be.” 
 
MA / Mehmet Guleş