Leşkeran êrişî nobeta xwezayê ya li Akbelenê kirin

img
MÛGLA  - Leşkeran bi gaza îsotê, cop û mertalan êrişî aktîvîstên li Daristana Akbelenê nobetê digirin kirin. Di êrişê de kesek hate binçavkirin. 
 
Hewl dan heye ku li Daristana Abelenê ya li navçeya Mîlas a Mûglayê kanên komirê were vekirin. Li dijî vê hewldanê, 10 roj in nobeta xwezayê hatiye destpêkirin û îro jî dom kir. Leşkeran êrişî welatiyên di nobetê de kirin. Aktîvîstên ekolojiyê dema dorpêça leşkeran protesto dikirin, leşkeran bi cop, gaza îsotê û mertalan êrişî aktîvîstan kirin. Di êrişê de aktîvîst Tugulka Koseoglû hate binçavkirin. 
 
Cendirme bêyî ku welatiyan hişyar bikin, ji nêz ve gaza îsotê avête ekolojîst û rojnamegeran. WElatiyan jî bertek nîşan dan û bi bîr xistin heke gaza îsotê ji nêz ve were avêtin, dibe ku nexweşên KOAH û pişikê jiyana xwe ji dest bidin. 
 
Ji ber ku leşker li herêmê cîhazên sînyalê dibirin bi kar tînin, welatî nikarin bi derve re peywendiyan deynin.