Ekolojîst: Em dikarin dest bidin hev û pêşî li qirkirina xwezayê bigirin

img
ŞIRNEX - Endamên Tevgera Ekolojiyê yên Mezopotamyayê bertek nîşanî talankirina xwezaya Kurdistan û Tirkiyeyê dan û wiha gotin: “Heke em weke xwezaparêz dest bidin hev, dikarin pêşî li qirkirina xwezayê bigirin."  
 
Li erdnîgariya Kurdistan û Tirkiyeyê texrîbkirina ekolojiyê didome. Ji bilî Daristana Akbelenê ya navçeya Mîlas a Mûglayê, li bajarên weke Şirnex, Amed, Bedlîs û Colemêrgê jî li qadên daristanan birîna daran didome. Bertekên li dijî texrîbkirina ekolojiyê jî didomin. Herî dawî li navçeya Silopiya ya Şirnexê bi dirûşma “Ji Cûdî heta Akbelenê em xwezayê diparêzin” çalakiyeke şermezarkirinê hate lidarxistin. Ji bajarên derdorê gelek kes beşdar bûn. Endamên Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê, texrîbkirina xwezayê ya hêj jî didome nirxandin. 
 
QIRQIRINA XWEZAYÊ 
 
Ekolojîst Derya Akyol diyar kir ku ji Akbelenê heta Cûdî qirkirina ekolojîk bi awayekî sîstematîk tê kirin. Akyol, da zanîn ku bi salan e li Kurdistanê komkujiyeke xwezayê tê kirin û wiha got: “Bi taybetî ji bo bêdaristanî û bişaftina van deran komkujî tên kirin. Li herêmê 3 sal in dar tên birîn. Bi salan e erdnîgariya Kurdistanê bi awayekî sîstematîk tê şewitandin. Li Cûdî, Gabar, Licê û Dêrsîmê gelek caran şewatên daristanan rû didin. Ji bo vemirandina şewatê destwerdanek nayê kirin û destûr nayê dayîn ku bê vemirandin. Bi şewitandina daristanan re bi hezaran zindî ji holê radibin. Dîsa jîngehên me winda dibin. Ji bo em li dijî vê yekê dengê xwe bilind bikin û qirkirina xwezayê rawestînin em hatin ba hev.”
 
Akyol, bal kişand ku şewatên daristanan ên li metropolên Tirkiyeyê ku bi armanca rantê û yên li Kurdistanê ku bi hinceta “ewlehiyê” tên kirin û wiha berdewam kir: “Her çiqas sedem cuda bin jî xalên hevpar; qirkirina xweza û daristanan e. Meseleya bingehîn, jiholêrakirina zindiyan e. Ev du sal in ji bo santrala termîk a li Akbelenê maden hatine vekirin û qada daristanî tê tunekirin. Li hemberî vê yekê, gelê Îkîzdere yê li Akbelenê ev 2 sal in bi danîna konan re li dijî qetilkirina xwezayê li ber xwe dide.”
 
‘EM DEST BIDIN HEV DIKARIN BIDIN RAWESTANDIN’  
 
Hevserokê Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê Mûrat Bîlgîç jî diyar kir ku bi qirkirina daran a bi salan e li Cûdî tê kirin re sîstema ekolojîk serûbin bûye û wiha got: “Li gel hemû bertekan qirkirina xwezayê nehatiye rawestandin. Qirkirina xwezayê roj bi roj zêde dibe. Em armanca komkujiyê dizanin. Em hewl didin li dijî vê komkujiyê rawestin. Heke em weke hezkiriyên xwezayê dest bidin hev, em dikarin vê qirkirina xwezayê rawestînin. Tevî ku dibêjin 'herêmeke qedexe ye û kes nikare bikeve hundir' jî em ê weke hezkiriyên xwezayê li dijî vê qirkirinê bisekinin. Ji Cûdî heta Akbelenê em ê xweza û jiyanê biparêzin.”