Akbelen dîsa hate dorpêçkirin

img

MÛGLA - Kesên li Akbelenê li dijî birîna daran li ber xwe didin di saetên serê sibehê de dîsa hatin dorpêçkirin. 

 
Berxwedana li dijî birîna darên Daristana Akbelenê ya li Îkîzkoy a navçeya Mîlas a Mûglayê didome. Hat zanîn ku di saetên serê sibehê cendirmeyan welatî dorpêç kirin. 
 
Walîtiya Mûglayê du roj berê têkildarî birîna daran gotibû “Xebat bi dawî bûn” lê belê dîsa makîneyên kar li herêmê hatin veguhestin. Welatiyên li Akbelenê li ber xwe didan hatine dorpêçkirin û liv û tevgera li Daristana Akbelenê didome. Destûr nayê dayîn ku welatî ji dorpêçê derkevin û welatî jî bi dirûşman cendirmeyan protesto dikin.