Daxuyaniya ji bo Cûdiyê: Daristanên me jî tên tecrîdkirin

img

ŞIRNÊX - Parlementera Partiya Çepên Kesk Newroz Ûysal ku têkildarî şewata li Çiyayê Cûdiyê axivî, got: Daristanên me jî tên tecrîdkirin." 

 
Rêxistinên civaka demokratîk, partiyên siyasî, Dayikên Aştiyê û rêxistinên ekolojiyê ku bi pêeşngiya Tevgera Jinên Azad (TJA) bi dirûşmeya "Em ji Cûdî heta Akbelnê xweza û jiyana xwe diparêzin" li hev kom bûn, ji bo balê bikişînin ser qirkirina darên li Çiyayê Cûdiyê û şeiwtandina daristanan, xwestin li Taxa Cûdî ya navçeya Silopiya ya Şirnexê meşekê li dar bixin. 
 
Parlementerên Partiya Çepên Kesk Zeynep Odûncû, Newroz Ûysal Aslan, Zekîr Îmrez û Sebahat Erdogan Saritaş jî hevrêtiya hevserokên DBP, HDP û hevberdvekên Partiya Çepên Kesk û girseyê kirin. Beriya meşê avahiya Partiya Çepên Kesk a Silopiyayê ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin û polîsan got ku dê nehêlin meş bê lidarxistin. Gava Ûyalê qanûnê bibîra polîs xist, polîs got: "Em ê destûrê nedin we, em ê nehêlin." 
 
TALANKIRINA XWEZAYÊ
 
Piştî vê girs eli ber avahiya partiyê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta "Ji Cûdî heta Akbelen em xweza û jiyana xwe diparêzen" hat vekirin. Li vir parlementer Newroz Ûysal axivî. Ûysal got: "Me partiyên siyasî û rêxistinên ekolojiyê xwest em li dijî talankirina xwezayê, li dijî qirkirina dar û daristanên me yên li Cûdiyê meşekê li dar bixin. Wekî hûn jî dibînin her derê partiya em hatiye dorpêçkirin. Têketin û derketin hatine girtin." 
 
Ûysalê bilêv kir ku ya tê kirin bêhiqûqîtî û kêfî ye û got: "Îro rê li seranserê cîhanê ekolojî tê qirkirin. Îro çiyayên Kurdistanê ne ji bo kapîtalîzmê, ji bo xalîkirina ji mirovan, ji bo polîtîkaya koçberkirinê tên qetilkirin." 
 
Ûysalê wiha domand: "Ya tê kirin tecrîd e, îzolasyon e. Tecrîda li Îmraliyê hê jî didome. Em van polîtîkayên şer ên li erdnîgariya kurdan qbeûl nakin. Em ê ji vir heya Akbelen û Mereşê bitêkoşin. Ne Cûdî, ne Gabar, ne Akbelen ne bi tenê ne. Dê têkoşîna me ji bo van deran bidome. Em polîtîkayên li Kurdistanê û ji bo cihên din tên pêkanîn şermezar dikin." 
 
Paşê li ser navê Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê Mûrat Bîlgîç axivî. Bîlgîç li ser navê Tevgera Ekolojiyê ya MEzopotamyayê bang li hemû xwezahezan kir û got: "Li Kurdistanê ekolojî têq irkirin, werin em bi hev re lêkolîn bikin bê ev bi destê kê tê kirin." 
 
Paşê girse çalakiya rûniştinê li dar xist. Daxuyanî bi berzkirina "Biji berxwadana Cûdî” bi dawî bû.