Serokê TBB’ê li Akbelenê ye: Em gavekê jî bi paş ve neavêjin

img

MÛGLA - Serokê TBB’ê Erînç Sagkan ê serdana şêniyên gundê Îkîzkoyê ku li dijî kana komirê ya li Daristana Akbelenê têdikoşin kir, wiha got: “Yên ku ji bo ax, hewa û ava vî welatî zindî bihêlin têdikoşin wê bi ser bikevin. Em ê di vê têkoşînê de gavekê jî bi paş ve neavêjin.”

 
Serokê Yekitiya Baroyan a Tirkiyeyê (TBB) Erînç Sagkan û şandeya pê re serdana şêniyên gundê Îkîzkoyê ku li dijî kana komirê ya li Daristana Akbelenê têdikoşin kirin. Ji bijî nûnerên baroyên Enqere, Mûgla û Denîzliyê parlamenterê CHP’ê yê Mûglayê Cûmhûr Ûzûn jî bi Sagkan re bû. Şandeya ji aliyê gundiyan ve hate pêşwazîkirin, ewilî gundî guhdar kirin. 
 
Yek ji şêniya gundê Îkîzkoyê Nejla Işik ji serokên baroyan re xwest ku dê ji niha şûn de bikarin çi bikin. Işik, a ji serokê TBB'ê xwest ku soza piştgiriya berxwedanê bide û wiha got: “Daristana me qetil kirin. Ev der berê qada nobet girtinê bû, niha em jê re dibêjin konê sersaxiyê. Ji ber ku bi dehan çamên me ku em jê re dibêjin zarokên me ne birîn. Darên me yên ku me 4 sal in diparastin, di 8 rojan de tune kirin. Lê her tişt niha dest pê dike. Weke Îkîzkoy em ê heta dawiyê ji soza ku me daye venagerin. Heta dilopa dawî ya xwîna xwe em ê têbikoşin.”
 
SAGKAN: EM Ê SERBIKEVIN 
 
Serokê TBB’ê Erînç Sagkan jî anî ziman ku 81 baro û 180 hezar parêzer di ferqa têkoşîna li Akbelenê tê dayîn de ne. Sağkan, diyar kir ku ji bo tev li pêvajoya hiqûqî ya vê têkoşînê de cih bigirin ew ê hevkariyê bikin û wiha got: “Nefikirin ku têkoşîna we li vir daye encam nagire û we winda kiriye. Bawer bikin, yên ku ji bo parastina ax, hewa û ava vî welatî têdikoşin wê bi ser bikevin. Ji niha û pê ve jî di vê têkoşînê de çi pêwîst be em ê gavekê jî bi paş ve neavêjin.”
 
‘TÊKOŞÎNÊ BIDOMÎNIN’ 
 
Sağkan diyar kir ku lingê hiqûqî yê têkoşîna Akbelenê jî wê serbikeve û wiha berdewam kir: “Tê îdîakirin ku birîna daran bi daxuyaniya walîtiyê qediya ye. Gelek zanyar dibêjin, eger herêm weke axa daristanan bimîne, dikare ji nû ve li sîstema ekolojîk bê qezenckirin . Lê belê, çawa ku qada lê dar tên birîn vekirina qada madenê dest pê kir, wê rêya veger jê re neyê vekirin, dest pê bike. Lewma divê em vê têkoşînê bidomînin.”