Li Akbelenê cara duyemîn êriş hate kirin

img
MÛGLA - Li Daristana Akbelen a Mîlasê birîna daran didome. Leşkeran cara duyemîn êrişî welatiyên ku xwestin bikevin qada nobetê kirin. 
 
Birîna daran a li Daristana Akbelen a navçeya Mîlas a Mûglayê dewam dike, piştî herêma dar lê tê birîn hater dorpêçkirin leşkeran cara duyemîn êriş kirin. Welatiyên ku bertek nîşanî kontrolkirina nasnameyan a leşkeran a dema ketina qadê dan, leşkeran bi gaza îsotê êrişî welatiyan kir. Piştî êrişî gelek kes bi derbkirinê hatin binçavkirin. Leşkerên ku êrişî welatiyên li qada nobetê kirin, li vir jî gelek kes binçavkirin. 
 
16 KES HATIN BERDAN
 
Li aliyê din ji 20 kesên di saetên serê sibê de rêya Mîlas û Orenê ji trafîkê re girtin bi êrişa leşkeran hatin binçavkirin 16 jê hatin berdan, 4 kes jî li Qereqola Cendermeyan a Mîlasê tên ragirtin. 
Cemîle Boncûk a di dema êrişan de di encama dehfdana leşkeran de serê wê bi wesayîta leşkeran ket, rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Mîlasê.