‘Li dijî qirkirina ekolojiyê divê têkoşîneke hevpar bê dayîn’

img
AMED - Hevberdevkê Tevgera Ekolojiyê yê Mezopotamyayê Mûrat Bîlgîç, bal kişand ser birîna daran û şewatên daristanan û diyar kir ku li dijî qirkirina ekolojîk ya li Kurdistan û Akbelenê didome divê têkoşîneke hevpar bê dayîn. 
 
Birîna daran li Kurdistanê bi polîtîkayên ewlehiyê, li Tirkiyeyê jî bi hinceta rantê tên kirin. Welatî û hawîrdorparêz li dijî birîna daran a di bin çavdêriya leşkeran de li Akbelenê tê kirin li ber xwe didin. Şewata li Cûdî hatiye derxistin ne dihêlin welatî mudaxile bikin ne jî ji bo vemirandinê dikevin nava hewldanan. 
 
Hevberdevkê Tevgera Ekolojiyê yê Mezopotamyayê Mûrat Bîlgîç, qirkirina ekolojiyê û polîtîkayên desthilat bi rê ve dibe nirxandin. 
 
Mûrat Bîlgîç
 
‘EWLEHÎ Û RANT’ 
 
Bîlgîç, da zanîn ku li Kurdistan û Tirkiyeyê bi awayekî sîstematîk dar tên birîn, ekolojî tê qirkirin û wiha got: “Hate tespîtkirin ku li Kurdistanê bi salan e, li gelek cihan birîna daran û şewitandina daristanan bi destê rayedaran tên kirin. Ji Cûdî heta Dêrsimê li temamê Kurdistanê daristan tên şewitandin û dar tên birîn. Dema em li beşa Kurdistanê dinêrin, ev sûcê texrîbata ekolojîk di bin navê ewlehiyê de tê kirin. Dema mirov li talana ekolojîk a sîstematîk a ku demeke dirêj e li Tirkiyeyê tê kirin binihêrin, rant li pêş çavan e. Armanca pêşîn ranta zêde ye û dewlemendkirina şîrketên ku şirîkên wan hene. Di vir de armanc ew e ku statûya cih bi hilweşîna ekolojîk re kêm bikin û ji bikaranîna şîrketên avahîsazî û tûrîzm û pîşesaziyê re vekin.”
 
‘DARISTANAN JI HEV VEDIQETÎNIN’  
 
Bîlgîç, bi bîr xist ku beriya çend rojan li navçeya Licê ya Amedê leşkeran bi hinceta şewitandina kirkirê şewat derxistine û wiha berdewam kir: “Dîtina madeyê hişbirê dikare bibe sedem ku çiyayan bişewitînin? Gelo sûcdariya ekolojîk rewa dike? Û delîlekî bi vî rengî jî nîne. Dema ku li Amed û Licê ev tişt dibe, di rojeva kesî de nîne. Daristanan jî ji hev vediqetînin. Dema li başûrê Tirkiyeyê şewata daristanan hebe, ne di 24 saetan de di nava 24 deqeyan de dibe rojev. Ev tiştekî baş e, ne ji ber ku em li dij in, lê belê xwezî di deqeya destpêkê de derketa holê û rojevek biafiranda, lê belê tevî ku bi rojan û mehan e li Kurdistanê şewat dewam dike jî, nayê vemirandin.”
 
‘ŞEWAT BANDORÊ LI HER KESÊ DIKE’ 
 
Bîlgîç, destnîşan kir ku texrîbata ekolojîk a li cihekê tê jiyîn bandorê li tevahiya cîhanê dike û sedemên germahiya global a îro tê jiyîn jî texrîbatên ekolojîk e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema qadeke daristanî tê tunekirin, kalîteya oksîjenê kêm dibe. Wendabûna rengîniya xwezayê bandorê li tevahiya cîhanê dike. Berpirsyariya me ye ku ji bo vê mekanîzmayeke têkoşînê biafirînin. Dewlet, hikûmet an jî şîrket wê tiştên şaş bikin. Em nikarin xwe ji encamên neheqiyên ku ji wan tên, rizgar bikin. Berpirsyariyeke me heye ku em li dijî vê mekanîzmayê derkevin û pêşî lê bigirin.”
 
‘DIVÊ SEKNÊN BIHÊZ BÊN NÎŞANDAN’ 
 
Bîlgîç, bi bîr xist ku li Akbelenê tevî biryarên dadgehê jî birîna daran dewam dike û axaftina xwe wiha berdewam kir: “LÎMAK’ê, hêza dewletê bi xwe re biriye û îro jî li wir talanê didomîne. Xweş e ku mirov li hemberî vê bertekan nîşan bide, lê nikare pêşî lê bigire. Niha her kesên vê şaşitiyê dibîne û bi ekolojiyê re eleqedar e, divê hemû mekanîzmayên hilweşîna ekolojîk ên li vê erdnîgariyê bisekinîne û rê nedê. Li Cûdî şewata daristanan heye, lê heta niha tu delîlek nîne ku bersivê bidin şewatê. Li vê derê jî destûr nayê dayîn ku gel mudaxile bike. Li dijî sûcên li hemberî xwezaya me tên kirin divê sîstemeke xurttir bê avakirin û helwestên tund werin nîşandan.”