Li Daristana Akbelenê welatî di bin dorpêçê de ne

img
MÛGLA - Birîna daran a li Daristana Akbelenê gihişt qada ku welatî lê nobetê digirin. Leşkeran qada nobetê dorpêçkirin û ketin û derketina qadê asteng dikin. 
 
Birîna daran a ji bo kana komirê bê vekirin li Daristana Akbelenê ya navçeya Mîlas a Mûglayê hatiye destpêkirin, gihişt qada ku şêniyên gundê Îkîzkoy û welatiyên piştgiriya wan dikin lê nobetê digirin. Beriya birîna daran a saet 05.30’an dest pê kir leşker û polîsan qada ku kon lê hatine vedan dorpêçkirin û ketin û derketina qadê asteng dikin. Gelek kesên xwestin bikevin qadê ji aliyê leşkeran ve hatin derbkirin û binçavkirin. Di nava kesên hatine binçavkirin de parêzerên şeniyên Îkîzkoyê Îsmaîl Hakki Atal jî heye. Leşkerên 5 kîlometre dûrî Îkîzkoyê rê girtin, destûrê nadin kes derbas bibe. Bendemayîn welatiyan a li qadê bi dirûşmeyan didome. 
 
‘BI MEŞÊ BE JÎ WERIN VIR’ 
 
Nejla Işik a ji Îkîzkoyê wiha bang li welatiyan kir: “Serê sibê hemû tîmên birînê dest bi birîna daran kirin. Em nagihin hevalên li qadê. Bi sedan mirovên dixwazin bên vir hene. Li Çamkoyê rê hatine girtin. Daristana Akbelenê ji holê radikin, li nava çavên me dinêrin û daran qetil dikin. Bi meşê be jî werin vir.”