Şêniyên Îkîzkoyê ji bo Akbelenê edalet xwestin

img
MÛGLA - Şêniyên Îkîzkoyê ku li pêşiya Santrala Termîk ya Yenikoyê daxuyanî dan, xwestin santrala termîk were girtin û pêşî li zirarên dide xwezayê bê girtin. 
 
Şêniyên Îkizkoyê li dijî birîna daran ya Daristana Akbelenê ya navçeya Mîlas a Mûglayê li pêşiya Santrala Termîk a Yenîkoyê daxuyaniya çapemeniyê li dar xist. Di çalakiyê de pankartên "Ji bo Muglaya bêkomir" û "Ji bo Akbelenê edalet" hatin vekirin. Parlamentera Partiya Kedê (EMEP) ya Dîrokê Sevda Karaca û gelek kes tev li çalakiyê bûn. 
 
Daxuyanî Berdevkê Komîteya Hawîrdorê ya Îkîzkoyê Hasan Yorûlmaz xwend. Yorûlmaz bertek nîşanî rexneya "Ma ev mirov bêkar bimînin" da û got: "Em ji bo ku tu kes birçî û xizan nemîne tevdigerin. Dikare qadên cuda yên  kar bên afirandin. Daristan hem ji hêla çandiniyê hem ji hêla tûrîzmê ve cihên guncav in. Em guhê xwe bidin vê yekê, dawî li zirarên santralên termîk bînin."
 
9 GUND JI HOLÊ RAKIRIN
 
Parlamentera EMEP'ê Sevda Karaca jî destnîşan kir ku li pey hilbijartinan, kesên dixwestin xwezayê talan bikin, ketin nav liv û tevgerê û ji bo santrala termîk ku 9 gundan ji holê rakiriye, ev tişt gotin: "Niha jî çav berdana Îkîzdereyê û tevî gund, dixwazin xwezaya vê derê ji bo talana Şîrketa Lîmakê vekin. Hûn sedema hezar û yek sûcên li dijî ax, xweza û mirovahiyê hatine kirin in. Gundî û gel li ber xwe didin ku hun gundê 10'emîn ji holê ranekin." 
 
BANG LI SENDÎKAYÊN ZER KIR
 
Karaca qala hedef nîşandana ekolojîst û gundiyan a ji aliyê sendîkayên Maden-Îş û Tes-Îş'ê ve kir û bang kir ku ev sendîka ne li cem patronan li cem gundiyên ku mutefîkên herî mezin ên karkeran e bisekinin.