Li Manîsayê agir bi daristanê ket

img
MANÎSA - Li taxa Çarikbozdag a navçeya Alaşehîrê agir bi daristanê ket. 
 
Agir bi daristana taxa Çarikbozdagê ya navçeya Alaşehîrê ket. Ji ber bandora bayê, agir di demeke kin de belav bû. Li gel agahîdayînê ji bo agir vemirînin 3 balafirên agirkujiyê, 7 helîkopter, 13 arazoz, 5 meşîneyên avê û dozerek ji herêmê re hatin şandin. 
 
Ji bejahî û hewayê ji bo ku agir vemirînin mudaxile tê kirin. Nayê zanîn bê ka agir ji ber kijan sedemê derketiye.