Şewata daristana Kinikê di roja 2'yemîn de ye

img
ÎZMÎR - Agirê duh li daristana navçeya Kinikê dest pê kiriye, bi bandora bagerê berdewam dike. 
 
Agirê duh li taxa Îbrahîaga ya navçeya Kinika Îzmîrê dora nîvro dest pê kiriye di roja 2'yemîn de berdewam dike. Ji bo agir bê vemirandin ji bejahî û hewayê midaxile tê kirin lê agir her ku diçe bi bandora bagerê mezin dibe. 
 
LI BALABANÊ ZÊDE BÛ
 
Herwiha ji ber tevdîrên agir nêzîkî 600 şêniyên li taxên Çîftlîk, Karatekelî û Balabanê hatin tahliyekirin û di mêvanxane û mala mamosteyan ên Kinikê de hatin bicihkirin. Sewalên li herêmê dijîn jî birin herêmên ewletir. 
 
Her ku diçe agir nêzîkî taxa Balabanê dibe û tîmên agirkujiyê jî giranahiya xwe dan vê derê. 
 
Wezîrê Çandînî û Daristanê Îbrahîm Yûmakli li ser hesaba xwe ya medya sanal peyamek parve kir û da zanîn ku agirê li daristana Kinikê ketiye, hatiye kontrolkirin. Li herêmê xebatên sarkirinê hatin destpêkirin.