Li Akbelenê jin pêşengtiyê ji berxwedanê re dikin

img
MÛGLA - Jinên ku 4 sal in ji bo ku Daristana Akbelen a Mîlasê neyê birîn têdikoşin diyar kirin ku li dijî her cure êrîşên bi gaza îsotê, ava şid û TOMA'yan ji bo ku dar neyên birîn ew ê têbikoşin.
 
Ji bo kana komirê ya tê plankirin ji aliyê Yenîkoy-Kemerkoy (YK) Enerjiyê ve li Daristana Akbelenê ya li Îkîzkoy a navçeya Mîlas a Mûglayê bê vekirin, 4 roj in birîna daran didome. Şîrketa ku ji 24’ê tîrmehê ve bi hezaran darên di bin parastina leşker, polîs û TOMA’yan de dibire, dixwaze kana xwe ya komirê ya heyî ber bi nava daristanê ve mezin bike. 
 
Gundî û ekolojîst jî ji bo birîna daran bidin sekinandin ji sibeya 24’ê tîrmehê ve li ber xwe didin. Di roja destpêkê de ji gundiyên rastî êrîşa leşkeran hatin 8 kes hatin binçavkirin û 4 jê birîndar bûn. Di 26’ê tîrmehê de jî leşkeran bi gaza îsotê û copan êrîşî koma ku di nav de Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin û parlamenter Perîhan Koca jî hebû kirin û 5 kesên din jî binçav kirin.
 
Di têkoşîna 2 sal in ji bo Daristana Akbelenê neyê birîn tê dayîn de jin li pêş in û ji 7 heta 70 salî ji berxwedanê re pêşengtiyê dikin. Jinên ku di gelek çalakiyan li qada birînê, li qada nobeta konan û nava daristanê de cih girtin, bi biryar in ku dest ji ax û pêşeroja xwe bernedin. 
 
LI DARISTANÊ DORPÊÇA LEŞKERAN
 
Esra Işik a ji gundê Îkîzkoyê da zanîn ku beriya tîmên birînê bi dehan leşker ji ber çalakiyên berê hatin herêmê. Işik, diyar kir ku ji malan jî dengê wêrankirina li daristanê dibihîzin û wiha got: “Tîmên birînê daristanên li hundir ji holê radikin. Hin kes jî dibêjin ku qaşo di bin navê parastina daristanê de nahêlin ew bikevin hundir û li dijî me hêzê bi kar tînin. Her cihê daristanê ji aliyê leşkeran ve hatiye dorpêçkirin.”
 
‘MAFDARIYA ME DITIRSÎNE’ 
 
Işik, bi lêv kir ku hêza newekhev a li pêşberî wan xwe winda kiriye û wiha berdewam kir: “Gaza îsotê jî biavêjin, bi TOMA’yan ava bi şid jî biavêjin em ê bi dapîr û bapîrên xwe re ji bo xwedî derketina daristanê têbikoşin. Her deqîqeya derbas dibe dareke din jî li wir tê birîn. Dewlet hemû hêza xwe şûna ku daristanê biparêze bikarbîne ji bo kesên daristanê diparêzin ji vir derxîne bikartîne. Lê belê berxwedana Akbelenê berxwedaneke gelekî xurt e ku xwedî dîrokeke 4 salan e. Mafdarbûna vê têkoşînê aliyê din gelek ditirsîne. Tişta jê bi tirsin piştevaniya me û bêtirsbûna me ye. Mirovên 80 salî rastî êrişa gaza îsotê tên lê dîsa jî tên vir. Ji ber ku naxwazin ji vir biçin. Gundî wê daristanên xwe qadên xwe yên jiyanê heta dawiyê biparêzin.”
 
‘EZ Ê DEST JI TÊKOŞÎNÊ BERNEDIM’ 
 
Işik, diyar kir ku tevî hemû bêderfetiyan jî ew hewl dide pêşeroja xwe biafirîne û diyar kir ku pêşeroja wê Akbelen û daristanên din in. Işik, anî ziman ku koka wê li van xakan e û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ez di nava vê têkoşînê de mezin bûm. Ez pêşeroja xwe di vir de dibînim. Ji ber vê yekê jî ez ê dest ji têkoşînê bernedim.”
 
BERHEMÊN ÇANDINIYÊ ZUHA BÛN MÊŞÊN HINGIV MIRIN
 
Melahat Çûlha (63) ya ji Îkîzkoyê jî anî ziman ku ji bo dar, zeytûn û daristana xwe li ber xwe didin. Çûlha, da zanîn ku êdî mêşên wan ên hingiv, hingiv çênakin, kulîlk venebûn û wiha got: “Em ji daristanan çintar, kîvark û hwd. kom dikin. Em nekevin daristanên xwe debara me zor e. Ji ber vê em naxwazin daristanên xwe bidin. Ji ber komirî her tiştê me zuha bû, berhemên me yên çandiniyê ji holê rabûn. Ji ber vê em dixwazin ji laneta komirî xelas bibin. Ez li vir ji dayik bûm û li vir jiyam. Di pêşerojê de tu tiştên min ê wisa nebû. Di salên dawî de hişkesalî heye.”
 
‘ÊRIŞ BIKIN JÎ EM LI VIRIN’ 
 
Çulha, da xuyakirin ku piştî ji holê rakirina Daristana Akbelenê wê 8 gundên din jî ji holê rabin û da zanîn ku mirov dê neçar bimînin ku herêmê biterikînin. Çûlha, bi lêv kir ku bi dehan dar li baxçeyê xwe çandine û wiha berdewam kir: “Hemû hewldanên me yên heta vî emrî wê biqedin. Piştî vê saetê şûnde nikarim li bajêr bijîm. Heke Xwedê vî cihî bigire bila demildest canê min jî bigire. Bila ez rewşa vê derê nebînim. Bila şûna zeytûnan komir bixwin. Êrişî me dikin. Lê çi dikin bila bikin em ê vê derê neterikînin.”
 
MA / Tolga Guney