Leşkeran êrişî gundiyên Akbelenê kirin: Ekolojîstek hat binçavkirin

img
MÛGLA - Li Daristana Akbelenê berxwedana gundiyan a li dijî birîna daran didome. Leşkeran dîsa êrişî gundiyan kir. Denîz Gumuşel ê ekolojîs ku di nava piştevaniya gundiyan de ye hat binçavkirin. 
 
Li Daristana Akbelenê ya bi ser navçeya Mîlasa Mûglayê ve ji bo kana komirê dar tên birîn. Xelkê gund bi rojane li dijî birîna daran li ber xwe dide. Vê sibehê xelkê gund ket pêşiya birîna daran û asteng kir. Leşkeran êrişî gundiyan kir. Gundiyan û koma ekolojîstan ku destekê dide gundiyan, nerazîbûn nîşanî êrişê û birîna daran dan. Leşkeran xelkê gund û ekolojîstan bi darê zorê ji cihê çalakiyê derxist. Di encama êrişa leşkeran de ekolojist Denîz Gumuşel hat binçavkirin. 
 
Hat zanîn ku Gumuşel birine Midûriyeta Polîsan a Mîlasê. 
 
Li daristanê birîna daran û berxwedana gundyan berdewam dike.