Li Akbelenê birîna daran didome, berxwedan mezin dibe

img

MÛGLA - Birîna daran a li Daristana Akbelenê didome. Parêzerên ku ji bo rawestandina birînê serlêdan kirin, ragihandin ku sibê jî dê giliyên patronên Lîmak û Îçtaşê bikin. 

Birîna daran a di saetên serê sibê de ji bo kana komirê ya tê xwestin ji aliyê Şîrketa Bazirganî û Hilberînê ya Yenîkoy-Kemerkoyê ya di hevkariya Lîmak Holdîng û ÎÇTAŞ’ê ve bê vekirin li Daristana Akbelen a li navçeya Mîlas a Mûglayê, didome. Ji ber doza kana komir a şêniyên gund û şîrket anîn hemberî hev didome, parêzerên gundiyan bi daxwaza birîna daran bê rawestandin serî li 1’emîn Dadgeha Îdare ya Mûglayê da. 

 
Li qada ku şîrket bi dehan leşker û TOMA ve hatê, leşker nahêle kes derbas bibe. Tevî vê yekê jî gelek welatiyên ji navçe û bajarên derdorê, ber bi Akbelenê ve bi rê ketin. Parêzerê dildar Îsmaîl Hakki Atal ê rewşa dawî ya li Akbelenê tê jiyîn ragihand, destnîşan kir ku xala 169’emîn a destûra bingehîn tê binpêkirin. 
 
‘DIXWAZIN QADÊN ÇANDINIYÊ TUNE BIKIN’
 
Atal, da zanîn ku dewlet şûna şewatên li daristanan vemirîne, hewl dide daristanan bibire û wiha got: “Ev rewş encax ji bo pêşeroja welat û vî gelî bê tunekirin bizanebûn tê kirin. Heke tu bixwazî vî welatî têk bibî dikarî vê bikî. Tişteke wisa nabe. Li pişt Daristana Akbelenê 200 hezar donim qadên biruhset ên madenê hene. Di nav de 88 hezar donim qadên çandiniyê hene. Di demekî ku em ji bo genim parsekiya Rûsyayê dikin dixwazin qadên çandiniyê tune bikin.”
 
DÊ GILÎ BIKIN 
 
Atal, diyar kir ku li Mûglayê dozger û dadger jî alîgiriya şîrketan dikin û wiha berdewam kir: “Tevî hukmên destûra bingehîn jî ji komekê re îmtîyaz tê dayîn. Em ê sibê derbarê patronên Lîmak û Îçtaşê de bi sûcdariya “Xerakirina yekitî û yekparebûna dewletê” ya xala 3’yemîn a destûra bingehîn serî li dozgeriyê bidin. Ji bo di serdema krîza avhewayê de daristan, av û qadên me yên çandiniyê ji holê radikin, em ê vê bikin.”