Li Licê şewat: Qadek berfireh xesar dît

img
AMED - Li Licê leşkeran agir bi kenewîrê xist û agir belavî qada bi daristan bû. Di encama şewatê de 20 hektar qad şewitî û xesar dît. 
 
Li mezraya Panava bi ser gundê Qerehesen yê navçeya Licê ya Amedê ve leşkeran operasyona leşkerî li dar xist. Leşkeran agir bi kenewîrê xist. Agir belavî qada bi daristan ên gundên Dêrxûst û Huseynîgê bû. Tîmên agirkujiyê û welatiyan mudaxileyî şewatê kirin û vemirandin. 
 
Di şewata ji duh heta îro berdewam kir de 20 hektar qad şewitî û xesar dît.