Li 3 bajaran şewata daristanan didome

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Hatay, Mêrsîn û Çanakkaleyê agirê bi daristanan ketiye di roja duyemîn de berdewam dike. 
 
Li Hatay, Mêrsîn û Çanakkaleyê agir bi daristanan ketiye û şewat didome. 
 
Li taxa Sogûkolûk a bi ser navçeya Belena Hatayê ve duh şewat derket. Hat daxuyandin ku têkildarî şewatê du kes hatine binçavkirin. Hat zanîn ku şewatê tesîrek neyînî li ser gelek kesan kiriye. Li hin gundan gelek sewal mirin. 
 
Li gundê Kizilkeçîlî yê Çanakkaleyê jî duh li deverên cuda şewat derket. Şewat belavî gundên Kemel û Yukari Okçular bû. Mudaxileya li şewatê di roja duyemîn de didome. 
 
Duh bi şev li qada daristanê ya li gundê Kavakoglû ya bi ser navçeya Gulnara Mêrsînê ve agir derket. Di kêliyek kurt de şewat berbelav bû û ji duh bi şev ve mudaxileya li şewatê berdewam dike.