Li Geliyêhirçê dest bi birîna daran kirin

img
ŞIRNEX - Li herêma Geliyêhirçê yê Çiyayê Cûdî dest bi birîna daran hate kirin. 
 
Birîna daran a li herêmên Besta, Cûdî, Gabar û Çelênimêja yên Şirnexê ji aliyê cerdevanan ve di bin ewlehiya leşkeran de hatiye destpêkirin didome. Li herêma Geliyêhirçê yê girêdayî Çiyayê Cûdî yê Şirnexê cerdevanan dest bi birîna daran kirin. Tê dîtin ku darên sedsalî yên tên birîn li traktoran tên barkirin û li qadekê tên komkirin.