Paqijiya derewîn a Gola Wanê!

img

WAN - Hevserokê ÇEV-DER’ê Alî Kalçik destnîşan kir ku bi paqijya heriya binê Gola Wanê îdraqzaiyek tê avakirin û diyar ku karê tê kirin rast e lê belê rêbaz şaş in. 

 
Ji bo paqijkirina Gola Wanê di sala 2021’an de “Plansaziya Paqijkirinê ya Gola Wanê” hate amadekirin. Li Gorî vê plansaziyê heriya binê Gola Wanê dê ji perava navçeya Tûşbayê heya navçeya Artemêtan a 13,9 kîlometreyan bihata paqijkirin. Li gorî plansaziyê paqijî dê di sê beşan de pêk bihata û bihata temamkirin. Beşa Taxa Îskeleyê xelas bû û niha jî li Parqa Yaşar Kemal li navçeya Rêya Armûşê ya di navbera Taxa Îskele û Zanîngeha Yuzuncu Yilê de berdewam dike. Xebat ji peravê 100 metreyan ber bi nava golê de rijandina malzemeyên tijekirinê û çêkirina rêyê berdewam dike. Herwiha heya 2 metreyên kurahiya behrê ku dikevin rast û çepên rêyê, herî tê derxistin. 
 
HERIYÊ DÎSA DIRÎJÎNIN GOLÊ
 
Bi sedan rêyên ku 100 metreyen ber bi golê ve diçin hatin çêkirin û malzemeyên tijekirinê rijandin nava golê. Kevirên ku dirijînin nava golê piştre dîsa derdixin û heya kevirê kalker ê ku di golê dimîne, heya tê derxistin di nav ava golê de dihele. Ev jî dibe sedema qirêjbûna avê. Heriya ji golê derdixin dîsa dirijînin ber perava avê û ev jî dibe qirêjkirina hawirdorê. 
 
‘PAQIJÎ RAST E LÊ RÊBAZ ŞAŞ E’
 
Hevserokê Komeleya Pêşxistin û Lêkolîn Parastina Bermayiyên Dîrokî yên Hawirdora Wanê (ÇEV-DER) Alî Kalçik destnîşan kir ku paqijkirina heriya binê golê xebateke bi cih e lê belê rêbaz şaş e. Kalçik da zanîn ku sedema çêbûna heriya binê ava berdana ava kanalîzasyonê ye. Kalçik bi bîr xist ku her saniyeye hezar 800 metrekup ava kanalîzasyonê tev li nav ava golê dibe. Kalçik got tesîsên paqijkirinê yên avê jî kîlometreyekê dûrî perava Gola Wanê hatine avakirin. Kalçik bi bîr xist ku bi berdana ava kanalîzasyonê herî di bin golê de çêdibe û got ku paqijkirina heriyê wek demdirêjî çareserî nîn e.
 
‘PAQIJIYA ÎDRAQSAZÎ YE’
 
Kalçik destnîşan kir ku rêbaza paqijkirina heriyê şaş e û got: “Heya 100 metreyan ji nava golê bi makîneyan heriyê paqij dikin. Gelo ma hinek din jî di nava golê de herî tuneye? Bi vê rêbaza kevn paqijiya tê kirin çareserî nîn e. Ya li vir tê kirin dixwazin di hişê xelkê de îdraqsaziyê çêkin." 
 
MA / Omer Akin