Dibe ku li Ewropayê germahî bigihê 48 pileyan

img
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gor ESA’yê, dibe li Başûrê Ewropayê germahî bigihê 48 pileyan. 
 
Tê payîn ku dawiya vê hefteyê li Başûrê Ewropayê hewa pir germ bibe. Li gelek deran wê germahî bi ser 40 pileyan bikeve. Li gor ESA’yê ku ajanseke fezayê ye, dibe ku germahiyeke heya niha nehatiye dîtin li Ewropayê çêbibe. 
 
Îtalya bi rojan e ku gelek germ e. Roja Çarşemê li Sardînya û Apûlîayê germahî bi ser 40 pileyan ket. Wezareta Tenduristiyê ji bo çend bajaran alarma sor a bilindtirîn ragihand. Li Atînayê ku paytexta Yewnanistanê ye, tê payîn ku roja Îniyê germahî bigihîje 41 pileyan.
 
Tê payîn ku dawiya vê hefteyê li Tirkiyeyê jî hewa pir germ bibe. Li herêmên Bakurê Kurdistanê ku meha Sibatê erdhej lê çêbû, germahî digihê heya 40 pileyan. Ev germahî bi taybetî ji bo kesên di konan de dimînin cihê xetereyê ye.
 
Pêşniyaza bijîşkan ew e ku mirov nava rojê dernekevin derve û ji xwe re razên, cilên fireh û sivik li xwe bikin û têr avê vexwin.
 
Her wiha germahiya zêde dibe sedema zêdebûna mirina mirovan jî. Li gor komeke lêkolînê ku di kovara bi navê “Nature Medicine” de ragihandiye, par havînê li Ewropayê zêdetirî 60 hezar kes ji ber germahiya zêde jiyana xwe ji dest dane.