Li du deverên Marmarîsê şewat derket

img
MÛGLA - Li Marmarîsê li du noqteyan şewat derket û ji bo vemirandina şewatê ji bejahî û hewayî ve mudaxile tê kirin. 
 
Li herêmên Asparan û Yeşîlbelde yên li ser rêya Datça ya navçeya Marmarîsa Muglayê bi awayekî hemwext agir bi daristanan ket. Tîmên agirkujiyê hewl didin şewatan vemirînin. 
 
Her wiha ji bo vemirandina agir, helîkopter jî tên bikaranîn.