Li Behra Reş lehî rabûn: Jinekê jiyana xwe ji dest da

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarên Ordu, Samsûn, Gîresûn û Tokatê ji ber barana zêde lehî rabûn. Li navçeya Çarşambayê cenazeyê jineke li ber lehiyê ketibû hate dîtin. 
 
Ji ber barana zêde, li gelek bajarên Herêma Behra Reş lehî rabûn û hezaz pêk hat. Ji ber hezaza li bajarê Orduyê, makîneyên kar û wesayît di bin axê de man. Her wiha gelek mal û dikan di bin avê de man û rê hatin girtin. Hesinên pira li ser Rûbarê Bulbulê yê li navenda Orduyê jî herifîn. 
 
Duh di saetên êvarê de li Duzceyê jî baraneke zêde bariya. Ji ber barana zêde, rûbarên li navçeyên Yigilca, Golyaka, Cumayerî û Kaçakocayê rabûn. Rêya di navbera Yigilca û Yedîgollerê de ji ber lehiyê hate girtin. Li gorî agahiyan, têkiliya bi 17 gundan re qut bûye. 
 
Li hêla din, li navçeya Çarşamba ya Samsûnê jinek li ber lehiyê ket û cenazeyê wê hate dîtin.