Li gundê Biligayê talankirina daran: Leşkeran gef li gundiyan xwarin

img
ŞIRNEX - Li gundê Biliga yê Silopiyayê di bin çavdêriya leşkeran de bi hezaran dar hatin birîn û li şêniyên gund ên li dijî vê talanê derketin jî gefa “Heke hûn dengê xwe bikin em ê nehêlin hûn bikevin gundê xwe” hate xwarin. 
 
Talankirina daran a li herêmên Besta, Cûdî, Gabar û Cilênimêja yên Şirnexê di bin çavdêriya leşkeran û bi destê cerdevanan hatiye destpêkirin, bi meha ye didome. Yek ji deverên ku talankirina daran lê hatiye destpêkirin jî gundê Biliga yê Silopiyayê ye. Cendirmeyan li vî gundê behsa xeberê di bin navê “ewlehiyê” de bi hezaran dar birîn û xelkê herêmê jî bertek nîşanî leşkeran dan. Dema hinek welatiyan hewl dayîn rê li ber birîna daran bigirin jî, leşkeran gefa “Heke hûn ji bo me zehmetiyan derxînin, em ê ketina we ya gund qedexe bikin” lê xwarin. 
 
Li hêla din, birîna daran a li gundê asuran Hesana yê li quntarê Çiyayê Cûdî yê Silopiyayê jî didome. Darên tên birîn li kamyonan tên barkirin û derdixînin derveyî bajar.