Li pey ‘Cîlo Fest’ a qeyûman tenê gilêş û qirêjî ma

img

COLEMÊRG - Qeyûman li Geverê organîzasyona “Cîlo Fest” li dar xist û li pey xwe tenê çop û qirêjî hiştin. 

Çiyayên Cîlo û Golên Qeşayê yên li Gever a Colemêrgê, di 26’ê îlona 2020’ê de bi biryarên Serokkomariyê re weke “Parka Neteweyî” hatin ragihandin. Bi bilindahiya xwe ya 3 hezar û 400 metreyan re Çiyayê Cîloyê li herêmê duyemîn mezintirîn çiya ye. Hêj niha jî ji bo welatî bikarin biçin van herêmên navborî, divê “destûrê” bigirin. 
 
Ziyaretvan bêyî destûrê nikarin bikevin herêmê lê Walîtiya Colemêrgê û Qeymeqamtiya Geverê bi hev re li devera golên qeşayê “5. Cîlo Fest” li dar xistin. 
 
Organîzasyona behsa xeberê bi dirûşma “Li Colemêrgê jiyan heye” hate lidarxistin. Lê li pey organîzasyonê tenê gilêş û qirêjî ma. Ji ber germbûna kûrewî, golên qeşayê yên li Colemêrgê bi tunebûnê re rû bi rû ne û di “mîhrîcana” qeyûman de çopên li derdora golê nehatin komkirin. Beravêtiyên daşirên gerok jî li herêmê hatin hiştin.