'Desthilatê qadên daristanî veguherandin navenda rantê'

img

STENBOL - Endama Koalîsyona Edaleta Avhewayê ya Partiya Çepên Kesk Çîgdem Ozbaş, anî ziman ku AKP û sermayedar qadên daristanê veguherandine "navenda rantê" û got ku ew ê tevî gel li dijî vê têkoşîna ji bo ekolojiyê xurttir bikin. 

Desthilata AKP'ê qadên daristanî vediguherîne qadên rantê. Bi van polîtîkayan li Kurdistanê di bin navê "ewlehiyê" de daristan tên qirkirin û şewitandin. Endama Lijneya Rêveber a Navendî û Endama Koalîsyona Avhewayê Çîgdem Ozbaş, polîtîkaya ekolojiyê ya desthilatê, talankirina xwezayê û bandorên van pêkanînan nirxandin. 
 
POLÎTÎKAYÊN NEOLÎBERAL
 
Ozbaş destnîşan kir ku li seranserê cîhanê kêmbûna qadên daristanê bi krîza avhewayê re girêdayî ye û got ku lewma divê di qada navneteweyî de tevdîrên cidî bên girtin. Ozbaş bal kişand ser Peymana Parîsê ku îmzeya zêdetirî sed welatan li bin wê heye û di sala 2016'an de ket meriyetê û got ku piştî peymanê hindik be jî bêdaristankirin kêm bûye. Ozbaş, bilêv kir ku desthilata AKP'ê di salên dawî de ji ber polîtîkayên neolîberal li Tirkiyeyê qadên daristanî pêşkêşî sektorên maden, enerjî û turîzmê dike. 
 
'NAVENDÊN RANTÊ YÊN DESTHILATÊ'
 
Bi domdarî Ozbaş anî ziman ku AKP û sermayedar qadên daristanê veguherandine "navenda rantê" û wiha pê de çû: "Ger hûn bi armancên endustriyê qadên nû yên daristanan çêkin yan jî darên extiyar bibirin û li şûna wan darên endustriyel deynin, dê daristanên ekolojîk tune bibin. Gava em dibêjin endustriyel, em behsa daristanên ji bo firotinê dikin. Hingî daxwaza ji bo van daristanan zêde ye, radibin daristanan vediguherînin yên endustriyel. Darên li van daristanan tên çandin jî ji bo sektora înşeatê tên bikaranîn." 
 
Di berdewamê de Ozbaş diyar kir ku ji ber polîtîkayên ekolojiyê yên desthilatê, ekosîstemê derbeke mezin xwariye û got ku ji bo pêşîgirtina li vê demildest divê qadên daristanî jinûve bên selihandin û firehkirin. Ozbaş, destnîşan kir ku divê cureyên daran ên karbonê dadiqurtînin jî zêde bên danîn. 
 
TÊKOŞÎN
 
Ozbaş, anî ziman ku Wezareta Çandinî û Daristanê qadên çandinî û mêrgan naparêze û got ku gel ji bo daristaên xwe têdikoşin. 
 
LI KURDISTANÊ QIRKIRINA DARISTANAN
 
Ozbaş, daxuyand ku li Kurdistanê daristan di bin navê "ewlehiyê" de tên şewitandin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Li Kurdistanê qirkirina daristanan tim bi nîqaşên ewlehiyê tên kirin. Ji bo çêkirina qaleqolan dar tên birîn." Ozbaş, anî ziman ku ew Partiya Çepên Kesk li dijî texrîbata desthilatê û sermayeyê têkoşîna xwe didomînin û wiha derbirî: "Rayedarên wezaretê ji bo çêkirina kanên madenan yan jî santralan bi gel re diciviyan û digotin ev proje dê bi kêrî gel bên. Me avêt ser gelek civînên wan. Mesela, em di dozên Akbelenê de bi ser ketin. Lê car din vegeriyan û di rapor apêzaniyê de jî ew der wekî qadeke ji bo santralên termîkê duncav e diyar kirin. 2 sal in em li wir tevî gundiyan têdikoşin ûnobedê digirin."
 
Ozbaş, bilêv kir ku her tim li dijî texrîbkirian ekolojiyê têdikoşin û got ku dê têkoşîna wan û gel ji bo ekolojiyê bidome.