Daristanên Mêrdînikê tên qirkirin

img
ERDEXAN - Navçeya Mêrdînik a Erdexanê ku her sal di bin navê "nûkirinê" de bi hezaran darên wê tên birîn, her diçe şorax dibe. 
 
Desthilata AKP'ê ku di seranserê desthilata xwe de gelek projeyên ji bo talankirina ekolojiyê çêkirine, ji aliyekî bi bendavên di bin navê "ewlehiyê" û li aliyê din jî di bin navê "pêdiviya bi enerjiyê" de bi santralên ceryan û termîkê qadên hêşîn qir dike. Li Erdexanê ku bi qadên xwe yên hêşîn û xwezaya xwe balê dikişîne, gelek deverên daristanî hatine qirkirinç Bi taybetî jî li navçêeya Mêrdînikê her sal bi hezaran dar tên birîn. 
 
Midûriyeta Daristanan par xwestibû li herêma Canîbeg û Çalpenekê daran bibire, lê piştî ku gundiyan bertek nîşan dabû, birîna daran hatibû sekinandin. Par li gelek gundên navçeya Mêrdînîkê di bin navê "nûkirinê" de 60 hezar dar hatibûn birîn û hat hînkirin ku îsal jî 15 hezar dar hatine birîn. Çendî projeya "nûkirinê" ye jî, lê heya niha li şûna darên hatine birîn darek jî nehatiye çandin. Lewma her diçe navçeya Mêrdînîkê şorax dibe. 
 
DI BIN KONTROLA MIDÛRIYETA DARISTANÊ DE
 
Şînasî Haydaroglû
 
Li gundê Mihkerek ê navçeya Mêrdînikê di bin navê projeya "nûkirinê" de dar tên birîn. Gundê ku berê ji ber daristanan xuya nedikir, niha şorax bûye. ji şêniyên gund Şînasî Haydaroglû ku ji bo daristan neyên qirkirin têdikoşe û ji bo vê helbest nivîsandina û ji rayedarên dewletê re şandine, anî ziman ku darên tên birîn li qamyonan tên barkirin û wan dişînin derveyî bajêr. Haydaroglû ragihand ku li herêmê bi hezaran dar ji bo birînê hatine demxekirin û got: "Em ê nehêlin. Ji gund heya zozanan dar hatine birîn. Min ev hemû bi kamerayan tomar kiriye. Em dizanin ku qaçaxçî van daran dibirin, lê haya karmendên Midûriyeta Daristanê ji vê heye." 
 
LI ALIYEKÎ DEWLET LI ALIYEKÎ JÎ QAÇAXÇÎ
 
Haydaroglû bilêv kir ku li aliyekî dewlet li aliyê din jî qaçaxçî daristanan qir dikin û got: "Li vir ji bo birînê 200 dar demxe kirine. Lê ji dêvla vê 500 dar tên birîn. Êdî kes xwedî li daristanê dernakeve. Min ev yek, ragihand rayedaran, lê tiştek nekirin. Ez careke din bang dikim; ji bo ev ji nifşên bê re bê hiştin, divê draistan bên parastin. Ev daristan ruhê min e û wijdanê min vê yekê qebûl anke. Li vî gundî her kes li dijî birîna daran e. Êdî daristan nemaye, hûn çi dibirin? Gotin nûkirin e, ew ê 40 hezar darî deynin lê  tiştek nekirin." 
 
'EZ TÊKOŞIYAM LÊ BI SER NEKETIM'
 
Haydaroglû wiha dawî li axaftina xwe anî: "Pêdiviya her kesî bi vê daristanê heye. Lewma divê her kes xwedî lê derkeve. Bi salan e ji bo neyê birîn têdikoşiyam, lê bi ser neketim. Min bi hezaran daxwazname dan, karmendekî ji min re got 'tu serê xwe li keviran jî bidî, dê tu tişt neguhere.' Ji ber ku xwedî li daristanê derketim, sê caran ji bo îfadeyê gazî min kirin."
 
Haydaroglû bang li her kesî kir ku li dijî vê qirkirinê rabin.