Darên Zozanên Şênê ji ber baregehên leşkerî tên birîn

img
AMED - Darên Zozana Şênê ji ber çêkirina baregehên lêşkerî tên birîn. Darên tên birîn jî bi destê cerdevanan pêk tê û bi kamyonan ji herêmên cuda re têne şandin.
 
Darên Zozana Şênê ku di nava sînorên bajarên Amed û Mûşê de dimînin ji ber avakirina baregeha leşkerî têne birîn. Zozan di nava çiyayê Andok, Serê Spî, Warê Şêra û çiyayên Dorşînê de dimîne û herêmeke berfireh e. Gelek welatiyên li herêmê dimînin piştî salên 1980’yî bi hinceta “ewlehiyê” bi zextan neçarî koçberiyê hatin kirin. Di “pêvajoya çareseriyê” ya di navbera salên 2013 û 2015’an de hinek welatî vegeriyan ser warên xwe. Her wiha gelek koçer jî tên herêmê. Herêma ji hêla giha û ava sar ve dewlemend e, piştî ku xerabûna pêvajoyê di sala 2015’an şûn de bi hinceta “Herêma ewlehiyê ya taybet” e hate qedexekirin. Herêm berî niha girêdayî Amedê bû bi biryarnameya serokkomariyê girêdayî Mûşê hate kirin. 
 
Piştî qedexeyan sala par dest bi çêkirina 2 baregehên leşkerî hate kirin. Bi despêkirina avakirina baregehan re bênavber dar têne birîn. Darên bi destê cerdevanan tên birîn bi komyonan ji herêmên cuda re tên şandin. Di dîmen û wêneyên hatine girtin de diyar e ku qadeke mezin a daristanê tune bûye.  
 
Welatiyeke ji ber sedemên ewlehiyê nexwest navê wî were diyarkirin hin agahî parvekirin û wiha gotin: “Serê salê li dijî birîna daran em çûn Fermandariya Leşkeriyê ya Mûşê. Fermandarê Leşkeriyê got ku ‘Em ê du baregehan çêbikin. Em ê tenê 40-60 metre li jêr daran bibirin. An hûn ê jêbikin an jî em ê jêkin'.”
 
JI MEHA COTMEHÊ VE BIRÎNA DARAN DIDOME 
 
Welatiyan destnîşan kir ku ji meha cotmeha sala par heya niha birîna daran berdewam dike. Lê belê ji meha sibatê ve darên ku hatine, birîn dibin cihên cuda. Dar ji hêla cerdevanê bi navê U.K. ku ji Bajarokê Qızılxaç a Mûşê ye têne birîn.
 
Kesê bi navê Y.Ç. jî darên tên birîn bar dike. Dar bi kamyonan dibin bajarên Agirî, Mûş, Amed, Riha û taybetî jî Êlihê.