Germbûna kûrewî kir ku Baxçeyên Hewselê bibe cih û warê cureyên çûkan

img
AMED - Prof. Dr. Ahmet Kiliç diyar kir ku ji ber germbûna kûrewî li Baxçeyên Hewselê di populasyona çukan de zêde bûn çêkiriye û got: “Hewsel wê ji bo çukan bibe stargeh. Ji bo vê yekê divê em wê xwezayê biparêzin.” 
 
Ji ber germbûna kûrewî gelek newal û çem ziwa dibin. Der û dora Çemê Dîcleyê jî her cih ziwa dibe. Ji ber vê yekê li Baxçeyên Hewselê jî populasyona cureyên çuka jî zêde dibe û Hewsel bûye cihê hewirînê. Zêdebûna van cureyên çûkan xwe radixin ber çavan. 
 
Di salên dawî de seranserî Çemê Dîcleyê û Baxçeyên Hewselê bûye warê biyabanan ango cureyên çûkan. Herî kêm 280 cureyên çûkan li Baxçeyên Hewselê û derdora wê hatine tespîtkirin. 
 
Zanîngeha Dîcleyê 150 cureyên cuda yên çûkan tomar kir. Ji ber ku gelek dever ziwa dibin Hewsel bûye hêlîna gelek cureyên çûkên biyanî. Gelek çûk salewext li Hewselê bicih bûne û êdî bûne wek cureyên xwecihî. 
 
Serokê Beşa Biyolojiyê ya Fakûlteya Fenê ya Zanîngeha Dîcleyê û Zanistê Çûkan Prof. Dr. Ahmet Kiliç diyar kir ku seranserî salê cureyên çûkan ku li Baxçeyên Hewselê dihêwirin êdî bûne cureyên ‘xwecihî’. 
 
‘HEWSEL MAZÛVANIYA ÇÛKAN DIKE’ 
 
Kiliç da anîn ku sedema vê zêde bûna pircuretiya çûkan sedema wê germbûna kûrewî ye û wiha got: “Geliyê Dîcleyê ango Baxçeyên Hewselê adeta bûye cih û warê çûkan. Ev bi salan e wiha bûye. Li herêmê ziwabûnek cidî heye. Çûk ji hêlînên xwe bar dikin û Geliyê Dîcleyê-Baxçeyên Hewselê mazûvaniya çûkan dike. Bûye cih û warên çûkan. Ji ber hêşînayî û dar û berên Hewselê ev der dibe hêlîna cureyên çûkan. Hewsel wê ji bo çukan bibe stargeh. Ji bo vê yekê divê em wê xwezayê biparêzin.” 
 
‘HEWSEL BÛYE BIHEŞTA ÇÛKAN’ 
 
Kiliç anî ziman ku wan salên berê texmîna 200-300 cureyên çûkan dikir lê wan heta niha 150 cureyan tespît kiriye û hema bêje gihîştiye wê hejmara ku  texmîn dikirin. Kiliç destnîşan kir ku Hewsel bûye biheşta çûkan û ev jî dewlemendiya Hewselê dide nîşandan. 
 
Hin wêneyên cureyên çûkan ku ketin ber objektîfa me wiha ne: