Ji bo kana mermerê ya li Geliyê Zîlanê biryara betalkirinê

img
WAN - Li dijî rapora “Hewcehî bi ÇED’ê nîne” ya ji bo Kana Mermerê ya li Geliyê Zîlan a Erdîş a Wanê doz hatibû vekirin. Dadgehê xwest xebat bên sekinandin û biryara betalkirinê da. 
 
Ji bo Kana Madenê ya li Geliyê Zîlan a navçeya Erdîş a Wanê ku yek ji mezintirîn komkujiyên di dîrokê de li wir hatibû kirin, rapora “Hewcehî bi ÇED’ê nîne” hatibû dayîn. Li dijî vê raporê doz hatibû vekirin. Dadgehê jî xwest ku xebatên li kanê bên sekinandin û biryara betalkirinê da. 
 
Şaxên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ên Wan û Enqereyê, ji bo betalkirina kirariyan li ser navê Komeleya Parastin Lêkolîn Pêşxistina Berhemên Dîrokî ya Wanê (Çev-Der) serî li 4’emîn Dadgeha Kargêriyê ya Wanê da. Dadgehê jî biryara xwe da û got ku tu bingeheke zanistî û teknîkî ya biryara “Hewcehî bi ÇED’ê nîne” tune ye.