Di her saniyê de hezar û 800 lître ava kanalîzasyonê berdidin Gola Wanê

img
WAN - Serokê ÇEV-DER’a Wanê Alî Kalçik da zanîn ku ji Tesîsa Parzînê ya Ava Bermayî ya Biyolojîk a Navendî ya Wanê ku li dijî qirêjiyê hatiye avakirin, di her saniyeyekê de hezar û 800 lître ava kanalîzasyonê berdidin Gola Wanê. 
 
Înşaeta “Tesîsa Parzînê ya Ava Bermayî ya Biyolojîk a Navendî ya Wanê” ku di sala 2018’an de ji aliyê Îdareya Qenalîzasyon û Avê ya girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê (VASKÎ) li Taxa Îskeleyê hatibû destpêkirin di sala 2021’an de temam bû. Tesîsa ku bi 180 milyon lîreyan hate çêkirin û hevjîna Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan Emîne Erdogan tev li vekirina wê bû, bi armanca pêdiviya parzînê ya 50 salan a bajêr pêşwazî bike û Gola Wanê zêdetir qirêjtir nebe hate avakirin. Lê piştî demekê bi ava ji tesîsê diherikî gol qirêj bû. 
 
‘TESÎSA PARZÎNÊ, GOLÊ QIRÊJ DIKE’ 
 
Serokê Komeleya Pêşvebirin û Lêkolînê ya Parastina Berhemên Dîrokî û Hawîrdorê ya Wanê (Van ÇEV-DER) Alî Kalçik da zanîn ku di her saniyeyekê de hezar û 800 lître ava kanalîzasyonê berdidin Gola Wanê û wiha got: “Ev pirsgirêkeke pir cidî ye. Divê ev qirêjiya hawirdorê bê bidawîkirin. Divê ev dîmen û qirêjî nebûya. Wê demê Emîne Erdogan got ‘Em ê xebata kortalê bikin’. Piştî mehekê heriya binî da were paqijkirin û hem jî xebata kortalê da bê kirin. Lê ev xebat nehate kirin.”
 
Alî Kalçik
 
MASIYÊ WANÊ DI XETEREYÊ DE YE
 
Kalçik, bertek nîşanî paqijnekirina heriya di binê golê de da û wiha berdewam kir: “Teknîka cîhanê ew e ku ; keştiyek dikeve nava behrê, tespît dike ku heriya binî li ku ye û li rex jî kelekek dibe. Ew heriya binî ya ji wir digire têxe wê kelekê. Divê ew heriya binî were berterafkirin. Lê mixabin li vir xebata feraseteke heye. Bi hişmendiya ‘me heriya binî paqijkir’ tînin li ber me dirijînin. Di meha havînê de bêhneke nexweş ku nikarin li vir bisekine heye. Pirsgirêka herî mezin bi armanca rantê ye. Qaşo heriya binî tê paqijkirin. Divê em xwedî li nirxên xwe derkevin. Jiyana masiyê Wanê hatiye asta qedandinê. Ev jî nîşanî me dide ku êdî şensê ku organîzmayên zindî li vir bijîn nemaye.”
 
‘QAMIRGEH TÊN DAGIRTIN Û JI ÎMARÊ RE TÊN VEKIRIN
 
Kalçik, bal kişand ku ji sedan zêdetir çem diherikin golê û anî ziman ku ji ber hişkesaliyê gol hinek paş ve çûye û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Di hemû avên ku ji çeman diherikin de ji sedî 50 kêmbûnek heye. Bi taybetî em dibînin ku li Wanê asta avê ya bendavên Zernek, Koçkopru, Morgedîk û Sari Mehmet ketiye bin ji sedî 30’î. Tevî ku em di dawiya meha gulanê de ne û her roj baran dibare rewşeke wiha heye. Ev gefeke cidî ye. Bi taybetî dema em li Çelebîbag a li Erdîşê dinêrin dibînin ku av kîlometreyekê paş ve çûye. Weke ku ev jî te re neke qamirgeh hatin dagirtin û rê li ser hatin çêkirin. Gola Wanê û derdora wê li ber çavên me ji holê tên rakirin.”