Rûbarê Nerdûşê sê sal in reş diherike: Av kêm bû, cotkarî nema

img
ŞIRNEX - Li Botanê Kaniya Nerdûşê ya ku 3 sal in ji ber kanên komirê reş diherike li herêmê cotkarî nehiştiye û rejeya avê her ku diçe kêm dibe. Hawirdor,tendûristvan û siyasetmedarên herêmê ji bo çem ev hişyarî kirin: "Heke neyê sekinandin dê rêjeya çavkaniya avê kêm bibe û şêniyên herêmê dê bi nexweşiyên mezin re rû bi rû bimînin." 
 
Li Botanê êrişên li ser xwezayê hatine destpêkirin bênavber berdewam dikin. Av, dar û hewaya herêmê ji her aliyî ve tê qirêjkirin û tunekirin. Ev êrişên li ser xwezayê li herêmê pêşiya jiyaneke xeternak jî vedikin. Ava Nerdûşê ku li quntarên Çiyayê Cûdiyê ya Şirnexê diherike, bi salan e ji ber kanên komirê bi awayekî qirêj ber bi Çemê Dîcleyê ve diherike. Kanên komirê ji meha Nîsanê û vir ve çem reş kirine û bandoreke neyînî li gundên derdorê dike. Ava çemên qirêj ji bo zeviyên çandiniyê û sewalan jî pêşiya xetereyê vedike. 
 
Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Guhertina Avhewayê di sala 2021'ê de ji bo 20 herêmên bajarê Şirnex, navçeyên wê Cizîr, Qilaban, Hezex, Elkê û Silopiyayê bêyî ku pêwîstî bi rapora Nirxandina Bandora Derdorê (ÇED) bibîne, destûra lêgerîna madenê dabû. Di serî de şîrketa ku xebatên lêgerîna madenê yên tesîsê dimeşîne, Parlamenterê Serbixwe yê Mêrdînê yê Serdema 22'yan û niha jî endamê AKP'ê Sûleyman Bolûnmez e. Bolunmez ku li herêmê cih nehiştiye ku nekolandiye bi salane çemê Nerdûşê jehrî dike. 
 
Berdevkê Platforma Hawirdorê ya Şirnexê Adnan Şenbayram, parlementerê Partiya Çepên Kesk ê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez û ji sekreteriya SES'ê ya jinan Mihriban Şenbayram mijara navbirî nirxandin. 
 
'XEBATÊN ÇANDINIYÊ HATIN SEKINANDIN'
 
Berdevkê Platforma Hawirdorê ya Şirnexê Adnan Şenbayram diyar kir ku ji ber hejmara kanên komirê yên li herêmê zêde bûne, Çemê Nerdûşê sê sal in reş diherike û wiha axivî: “Em ê li dijî vê rewşê bi Platforma Hawirdorê ya Şirnexê û saziyên sivîl ên li bajêr re xebatan bimeşinin. Ne tenê çem, tevahiya herêmê jehrî dibe. Bandora tunekirina jiyanê heye. Gelê herêmê pêwîstiya xwe ya ava vexwarinê jî ji Çemê Nerdûşê peyde dike. Ji ber wê ev li ser rewşa mirovên li herêmê dijîn jî bandoreke neyînî dike. Şeniyên gundên derdorê li ser ava Nerdûşê çandiniyê dikin. Lê belê ji ber qirêjbûna avê xebatên çandiniyê hatine sekinandin. Tenduristiya mirovên herêmê di xetereyê de ye. Ji ber xisarên kanên komirê li herêmê, cûrbûyina çandiniyê li vê derê kêm bûye. Di heman demê de, em dikarin bibêjin ku hejmara candarên ku di çemê de dijîn tune bûye. Baroya Şirnexê beriya niha der barê mijarê de daxwazname pêşkêşî dozgeriyê kiribû, lê encam negirt û weke ku tê zanîn qanûn li vir naxebite."
 
'GEL NIKARE DENG DERXÎNE'
 
Şenbayram anî ziman ku dewletê di warê aborî de hewl daye gelê herêmê bi xwe ve girêbide û wiha dewam kir: “Li herêmê polîtîkayeke wisa heye ku dewlet di warê aboriyê de hewl dide gelê herêmê bi xwe ve girêbide. Lewma li hemberî qirkirina xwezayê gelê herêmê nikare dengê xwe bilind bike. Bi hezaran karkerên Şirnexê di kanên komirê de dixebitin. Gelê herêmê ji ber vê dibêje ku, 'heke ku ez dengê xwe derbixînin ez ê nanê xwe wenda bikim.' Ji bo polîtîkaya dewleta civakî divê dewlet desteka kar a bê heqdest bide welatiyên xwe. Divê bêyî axa xwe dagir bike, bêyî rê li ber herikîna robaran bigire, daristana xwe xera bike, vê yekê bike. Li Şirnexê ji bo ku kanên komirê bidin şîrketên alîgir, gelek kanên komiran tên vekirin. Her çi qas bendavek tenê têra Şirnexê bike jî heta niha deh çêkirine. Bi xwezaya herêmê dilîzin. Xwezayê wêran dikin. Gundê Avgamasiya li wir heye. Xelkê gund çandiniya xwe bi vê avê dikin û ava vexwarinê ji vir peyde dikin. Her çendî dizane ku ji vê zirar digire jî nikare li dijî vê yekê deng derxîne. Ji ber ku pirsgirêkên wan ên aborî hene, gelek kes di wan kaneyan de dixebitin. Lê divê li vir ne gel bên sûcdarkirin, yên ku van polîtîkayan li herêmê didin meşandin bên sucdar kirin."
 
'HAWIRDOR LI BOTANÊ 'TERORÎST E' LI ROJAVAYÊ HAWIRDOR E'
 
Şenbayaram di berdewama axaftina xwe de da zanîn ku ew kesên ku li dijî talankirina xwezaya Botanê bertek nîşan didin, ji aliyê dewletê ve weke "terorîst" tên binavkirin û wiha pê de çû: "Ji ber ku rêyên qanûnî yên li Rojava bikêrtir in, mirov dikarin li dijî wêrankirina xwezayê bisekinin. Lê dema ku em bertek nîşanî wêrankirina xwezaya Botanê didin, rasterast wek 'Tu terorîstî' tên nîşandin. Dema em li dijî wê dengê xwe bilind dikin, bersiva me tê terorîzekirin. Dema ku li Rojavayê Tirkiyeyê hawirdor li dijî vê derdikevin dibe hawirdor.  Ger em îro rabin li ber  kanên komirê meşekê li dar bixin dê etîketa ' terorîst' li me bixin. Lê li rojava diçin û bi rojan çalakiya rûniştinê li dar dixin, pankartên xwe wek ku dixwazin vedikin, kes nikare tiştekî bibêje. Hawirdor li Botanê 'Terorîste' li Rojavayê Tirkiyeyê jî hawirdore." 
 
'EM Ê TEBIKOŞIN'
 
Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Şirnexê Zekî Îrmez jî destnîşan kir ku têkbirina xwezaya Botanê  girêdayî meseleya kurd e û got: “Bi dehan gundên Botanê ji Çêmê Nerdûşê sûdê digirin. Bi saya çemê Nerdûşê bi dehan cotkar dikarin cotkariyê bikin. Me rewş ji weqfa TEMA'yê re ragihand, wan jî got ku ji ber ku li herêmê rewşa ewlehiyê heye nikarin tiştekî bikin. Ev tê wê wateyê ku ev sazî bi awayekî siyasî nêzî mijarê dibe. Heta niha li herêmê tiştek nehiştin ku destê xwe dirêj nekirine. Herêma me hemû talan kirin. Daristanên me xera kirin. Her çend Baroya Şirnexê li hemberî kargehên komirê doz vekiribin jî ji vê encam nehatiye girtin. Lêbelê em dibêjin heta ku pirsgirêka kurd çareser nebe, polîtîkayên şer ên li herêmê dê bi dawî nabin. Lê çi bikin bila bikin em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin. Em ê berpirsyarên van sûcan eşkere bikin. Em ê ji bo parastina xwezaya xwe tebikoşin."
 
'AVA NERDÛŞÊ KÊM DIKE'
 
Sekretera Jinê ya Sendîkaya Kedkarên Tendûristiyê (SES) a Şaxa Şirnexê Mîhrîban Şenbayramê jî bal kişand ser ava qirêj ku bandorê li ser tendûristiya herêmê dike  û ev agahî parve kirin:" Çemê Nêrdûşê wek ava vexwarinê jî tê bikaranîn û ev jî dê pêşiya gelek nexweşiya veke. Ava qirêj a kanên komirê yên li Şirnexê zêde dibin û ev jî dibe sedem ku çavkaniyên avê tune bikin. Avê kêm dike. Li ser cihên ku bi ava rûbarê tên avdan, wêrankirineke dijwar çêdike.Lê dibe sedema koçkirina ajalên di çemê de jî. Bi vî awayî cihêrengiya jîngehê diguherîne.Bandora komirê li ser jîngehê û tenduristiya mirovan heye.  Ji ber ku komir bi giranî organîk e. Li gorî herêma erdnîgarî uranyum, toryum  û strontiyum hene û ev jî laşê mirov bi rêya hewayê ji bo tenduristiya mirovan xeterek cidî heye."
 
TENDÛRISTIYA HERÊMÊ DI XETERÊ DE YE
 
Şenbayramê da xuyakirin ku tevî jehrîbûna giran a çem jî ji aliyê dewletê ve tu analîz nehatine kirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Îhtîmala ku di demeke dirêj de gelê herêmê bi nexweşiyekê re rû bi rû bimîne heye. Niha bandora qirêjiya ava çemê Nêrdûşê ya li ser tenduristiya mirovan nehatiye lêkolînkirin û lêkolîneke zanistî nehatiye kirin. Girîng e ku rayedar û zanyar li ser vê yekê bisekinin û lêkolîn bikin. Ji ber ku ev yek dê tendûristiya mirovan xirab bike. Divê ji bo vê yekê dereng nemîne. Ji ber ku xwezaya kanzayê xirab bûye. Xweza, cihêrengiya heywanan û tendurustiya mirovî ya xerabûyî dê pir zor û neveger be ku baştir bibe."
 
MA / Zeynep Durgut