Li Cûdiyê dar tên birîn

img
 
ŞIRNEX- Birîna daran a li gundê Hesena yê li quntarên çiyayê Cûdiyê ku par dest pê kiribû, didome.
 
Li herêmên Besta, Gabar, Cûdî û Çilênimêja yê girêdayî Şirnexê dar birîna ku ji aliyê cerdevanan ve di bin ewlehiya leşkeran de hatiye destpêkirin bênavber didome. Li gel germbûna hewayî darên ku jinûve şîn dibin tên birîn. Li gundê Hesena ku gundê asûriyan e û li quntarên Cûdiyê ye, car din dest bi birîna daran hat kirin. Di dîmenên ku hatine kişandin de xuya dike ku darên ku jinûve pel dane tên birîn û bi li traktoran tên barkirin.