Berhevkirina fistiqên 600 salî dest pê kir

img
RIHA – Li gundê Semqûlû yê navçeya Karakopruyê, berhevkirina fistiqên darên 600 salî dest pê kir. 
 
Li gundê Semqûlû yê navçeya Karakopruyê ya Rihayê, berhevkirina fistiqên darên ku hat diyarkirin 600 salî ne dest pê kir. Van darên mezin ku li herêmê kêm dîtin, di navbera 2 metre û 70 santîm û 3 metre û nîvan de stûr in û bi qasî 18 metreyan bilind dibin. Her darekê salê 150 kîloyan dide. Hilberînerê fistiqan Enver Çoban, diyar kir ku temenê darên li gundê wan di navbera 200  û 600 salan de ne.
 
Çoban, da zanîn ku li gorî lêkolînên arkelojîk ku hatine kirin, heta beriya 7 hezar û 500 salan jî li gundê wan mirov jiyane û wiha got: “Împaratoriyên mîna Bîzans, Roma û Osmaniyan li gundê me serwer bûne û hê jî berhemên van împaratoriyan li gundê me hene. Pêşiyên me di sala 1688’an de ji Semsûrê sirgûnî vî gundî hatine kirin. Li vî gundê hejmarek zêde darên kizwanan hebûne. Heta ku dara kizwana neyê aşîkirin fistiqan nade. Wê demê ji berk u pêşiyên me bi bazirganiyê re mijûl bûne, çûna Sûriye, Îran û Iraqê. Aşiya fistiqan li Horasana Îranê hîn dibin. Piştre li vir darên kizwanan aşî dikin. Piştî aşîkirinê demekê darên kizwanan fistiqan daye û mirov bi rengî hînê fistiqan bûne.”
 
FISTIQA HERÎ BI TEM
 
Çoban, destnîşan kir ku li her baxçeyê gund darên 60 salî yên fistiqan hene û derbarê fistiqê de ev agahî dan: “Ji vir fistiq belavî cihên din bûne. Dema berhevkirina fistiqan fistiqên ku biketina erde di meha zivistanê de şîn dibûn. Dema em zarok bûn me wan berhev dikir û mirovên ji cihên cuda van şaxan ji me dikirîn û dibirin diçandin. Bi vî awayî fistiq belavî herêmê bû. Em ji cinse fistiqa vir re dibêjin ketekoynelî. Ev cins cinsa herî bi tem e.”
 
ÇAVKANIYA DEBARÊ
 
Çoban, anî ziman ku her dareke 600 salî 150 kîlo fistiq dide û ev tişt got: “Şuxla dara fiştiqê weke darên din bilez nîne û dereng mezin dibe. Yek ji sedemeke vê jî ziwabûna avhewayê ye. Heke av hebûna, dibûya ku dar mezintir bûna. Darên 200 salî jî hene. Ji ber ku berê fistiq nehatibûye zanîn, darên wan ji bo êzingên zivistanê hatine birîn. Mirovên li vir 320 sal e debaa xwe bi fistiqan dikin.”